Guhertinên ku muxalîf û mafparêzêb ajalan herî zêde li hember disekinin û wek binpêkirina mafên ajalan dibînin; maddeya 5emîn a ku biryara ‘otenazî’ ango kuştina ajalan ‘bêxwedî’ dide. Yek ji xala din a di pêşnûmeyê de cih digre jî heywanan bêxwedî ku di sitareyan de tên girtin; piştî aşîkirin û sitewrkirina wan dê li cihê malên meyzandinê de bimîne.
Ji 12 tîrmeha ku roja guherînên li ser mafê ajalan tê axaftin ve ji parêzvanên mafê mirovan heta gelek sazî û komeleyên heyî nerazîbûn û bertekên xwe li hember vê qanûnê tînin ziman.
Têkildarî mijarê yek ji endamê komisyona mafên ajalan a Baroya Amedê parêzer Cihan Kaya bi bianet kurdiyê re axivî.
Kaya diyar kir ku ev guherînên ku dixwazin pêk bînin mirov nikare bêje parastina ajalan e, berovajî wê ajal hedef tên girtin.
Bi vê qanûnê ajal tên hedefgirtin
Parêzer Cîhan Kaya di destpêkê de diyar kir ku qanûna 5199an a di 24ê Tîrmehê de di komisyona meclisê de derbas bûyî, gelek guherînên bingehîn dihewîne û wiha got:
“Lê belê ev guhertin dûrî parastina mafê ajalan e, bi taybetî jî di çarçoveya kûçikên bêxwedî de, wan dike hedef û hebûna wan li kolanan dixe xetereyê. Ev pêşnûme ligel gelek guhertinên talî, di bingeha xwe de topkirina kuçikên li sikakan û komkirina wan a di sitareyan de dihewîne. Her wiha ger kesek li van kûçikan xwedî dernekeve ango malî neke, biryara ku dê demek şûn de bi awayekî komî bên kuştin, li ser van ajalan tê dayîn. Qanûneke bi navê ‘Qanûna Parastina Heywanan’ hebûna wan ji holê radike, beriya her tiştî armanca hebûna qanûnê berovajî dike. Kuçikên li sikakan ku ev demeke di hedefê de ne, bi van maddeyan hewld tê dayîn ku kolan bê kûçik bên hiştin. Ger ev pêşnûme bibe qanûn ev jî dike ku şaşiyeke mezin a ku bikevin rêyeke bêveger, bi xetereyî bi xwe re tîne”
‘Divê kêmasiya qanûnên heyî ji holê rakin’
Wek tê zanîn ku di pêşnûmeyê de li gor maddeya 5emîn ger kuçikên li sikakan newin bixwedîkirin dê ew ajal dê bên ‘razandin’ (otenazî). Der barê otenaziyê de Cîhan Kaya ev tişt anî ziman:
“Jixwe têgeha otenaziyê ji serî ve şaş bû. Ji ber ku otenazî ew e ku dema bi tevahî hevîya xwe ji tenduristiya xwe winda kiribe; bi îradeya xwe an jî xizmên xwe bi rêyên tıbbî dawî li jiyana xwe tîne. Her wiha li gorî qanûnên Tirkiyeyê dema otenazî li mirovan tê kirin wek sûcê “kuştina bi qestî” tê bi navkirin. Ji ber vê sedemê cezayê kuştina komî ya ajalan bi tu awayî bi feraseta otenaziyê re li hev nayê. Wekî din, her çend ev têgeh wekî peyvek ji metna pêşnûmeya guhertina qanûnê hatibe derxistin jî, madeyên kuştina ajalan a bi komî li cihê xwe dimîne. Nayê qebûlkirin ku Zagona Parastina Heywanan veguhere zagona îmhakirina heywanên bêxwedî. Reaksiyona kolektîf di esasê xwe de li dijî vê ferasete ye.Li cihê ku kêmasiya qanûnên heyî ji holê rakin; rewşê bi pêşnûmeyê bi vî rengî kambaxtir dikin. Tu hinceteke van guhertinên neyînî nîne.”
‘Bi perspektîfeke wêranker nêzîk dibin’
Parêzer Cîhan Kaya destnîşan kir ku bi vê pêşnûmeyê dixwazin ku tevahiya kuçikên li kolanan ji holê rakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê ev armanc ne hiqûqî, wijdanî û exlaqî ye û her wiha ne pêkan e ku têkeve meriyetê jî. Her çiqas kûçikên bêxwedî bi girseyî bên kuştin jî wê hebûna wan bi awayekî berdewam bike. Ji jor ve li meseleyê meyze dikin û bi perspektîfeke wêranker nêzîkî vê yekê dibin. Li şûna ku pirsgirêkê çareser bikin, hewld didin ku ji kokê ajalan ji holê rakin. Pêkanîneke bêhiqûqî wê tu çareseriyê bixwe re neyne û her wiha dê nikarîbe pêşiyê li nerazîbûnên civakî jî bigre.”
‘Çareserî ne biryara kuştina ajalan e’
Cîhan Kaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çareseriyeke ji bo kuçikên li sikakan û wiha domand:
“Di bin kontrolê de hiştina nifûsa ajalên bêxwedî û rêgirtina li zêdebûna wan a bê kontrol yek ji daxwazên sereke yên parêzvanên mafên heywanan e. Rêya vê yekê diyar e; Xala 6an a qanûna heyî, ji bo parastina ajalên bêxwedî biryara ku ev ajal pêşî li navendên rehabilitasyonê werin stewrkirin û rehabîlitekirin û piştre jî wan daynin cihê wan ê ewil. Lê ji ber ku bi taybetî rêveberiyên herêmî vê peywira xwe ya di qanûnê de tê xwestin pêk naynin, ev xebat tev dikeve ser mile civaka sivîl û çalakvanan. Rêveberiyên herêmî bûdçe û personelên xwe ji bo vê mijarê veneqetandine, nifûsa kûçikên bêxwedî zêde bûye û ev mijar bûye cihê nîqaşan. Çareserî wekî ku di qanûna heyî de jî derbas dibe stewrkirina ajalan e. Stewrkirina çend ajalên bêxwedî îro ji kuştina bi dehan heywanên ku piştî çend salan maqûltir û wijdanîtir e. Madem dixwazin qanûnan ji bo ajalan derînin bila ji bo ew kesên ku peywira xwe bi cih nayînin, derînin.”
(WT/AY)