Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), piştî Teşkîlata Bajarê Stenbolê û 39 teşkîlatên navçeyan, Teşkîlata Bajarê Kutahyayê jî fesix kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semih Yalçîn, biryara fesixkirinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand. Yalçîn di daxuyaniya xwe de got: ‘Teşkîlata Bajarê Kutahyayê ya Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), li gorî xalên 52, 54 û 34an a rêziknameya partiya me hatine fesixkirin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Yalçîn ragihand ku Teşkîlata Bajarê Kutahyayê hatiye fesixkirin û Mehmet Ali Turker wekî Serokê Bajarê Kutahyayê hatiye wezîfedarkirin.

MHPê teşkîlatên xwe yên Stenbolê û navçeyên wê fesix kirin
Teşkîlata Stenbolê jî hatibû fesixkirin
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), rêxistina xwe ya bajarê Stenbolê û yên 39 navçeyên wê fesix kiribûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semih Yalçın ragihandibû ku biryara fesixkirinê li gorî xala 34an a rêziknameya partiyê hatîye girtin.
Yalçin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de ev daxuyanî dabû:
"Teşkîlata Stenbolê ya MHPê û 39 teşkîlatên navçeyan, li gorî xalên 52, 54 û 34an a rêziknameya partiya me hatine fesixkirin. Em vê biryarê bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin."
(AB/AY)
