Malbata E.K.ya ku wesayîta zirxî lê qelibî bû: Polîs dixwazin ku em giliyê xwe paşve bikişînin
Li taxa Gungorê ya navçeya Gevera Colemêrgê di 24ê Tîrmehê de di encama lêxistina wesayîta zirxî de zaroka bi navê E.K. (17) birîndar bûbû. Dermankirina wê ya li nexweşxaneyê berdewam dike.
Di kontrola ji bo dermankirinê a li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê de diyar bû ku lingê wê yê rastê li du cihan de şikestiye.
Li aliyê din lêpirsîn berdewam dike lê derbarê polîsên navborî de lêpirsîn hatine kirin an na, tu agahî nehatin girtin.
Malbata E.K.yê bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û bang kiriye ku bûyer bê ronîkirin û berpirsiyar hesab bidin.
Di doza Şahîn Onerî de dadgehê cezayê li polîs hatibû birîn, betal kir
“Wesayît gelek bilez dihat”
Dayika E.K.yê Vesîle Kinayê anî ziman ku di dema bûyerê de ew bi keça xwe re bû û kêliya bûyerê wiha vegot:
"Em li kolanê dimeşiyan. Li xaçerêyê min dît ku wesayîta zirxî bi lez dihat. Ez derketim ser peyarêyê, keça min li pey min bû. Keça min hewl da ku bireve lê ji ber ku wesayît pir bi lez nekarî bireve. Kolan teng bû, tevî vê yekê jî bi lezeke mezin bi ser me de hat. Di wê kêliyê de min qêrîna keça xwe bihîst. Dema ez vegereyam paş, min dît ku wesayîta zirxî li keça min xistiye û ew ketiye erdê. Lingê keça min şikest. Kêliya ewil min got ku keça min kuştine. Wesayîtên zirxî li taxê gelek caran lezê dikin. Ev ne ya yekem e. Her dem di navenda bajar de sînorê lezê derbas dikin. Îro li keça min xistin, sibê dê li zarokê kesekî din bixin. Wê rojê hema mabû li min jî bixin."
“Polîsan xwest em giliyê xwe paşve bikişînin”
Vesîle Kinayê diyar kir ku nabe bûyer wek "qeza" bê nirxandin û got:
"Bila qeydên kamerayê derxin. Ez bawer nakim ku ev qeza ye. Bi zanabûn û bi daxwaz wesayît ajotin ser me. Keça min dê emeliyat bibe . Em nezanin ka dê seqet bimîne an na. Ez ê mafê keça xwe biparêzim. Ji min re her dem tê gotin ku ez giliyê xwe paşve bikişînim. Polîs jî hatin û gotin 'Giliyê xwe paşve bikişînin, em ê tiştê ji destê me tê bikin'. Ez giliyê xwe paşve nakşînim. Ez pere yan tiştekî din naxwazim. Tiştê tenê ku ez dixwazim bicihanîna edaletê ye. Ev ne qeza ye, cînayet e. Ev bi eşkereyî dijminatî ye. Ez dixwazim berpirsiyar li ber edaletê hesab bidin."
Vesîle Kinayê diyar kir ku ew dê ji bo keça xwe têkoşîna edaletê bidin û banga piştgiriya civakî û hiqûqî kir.
Baroya Amedê: Faîlê Efe Tektekînî bi necezakirinê hatiye parastin
Bavê E.K.yê Lokman Kina jî anî ziman ku di dema bûyerê de ew di avahiyê de dixebitî û hema piştî ku agahî wergirt çûye nexweşxaneyê. Lokman Kina îdiaya ku polîsên li keça wî xistine bi kesên ku ji wan re "rûspiyên eşîrê" têgotin re hevdîtin kirine anî ziman û got:
"Ez hîn bû ku polîsên li keça min xistine bi 'rûspiyên eşîrê' re axivîne û ji wan daxwaz kirine ku em giliyê xwe paşve bikişînin. Lê li vir mesele ne tenê keça min e. Berê jî di bûyerên dişibin vê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di navbera taxan de bi leza zêde wesayîtên zirxî têne ajotin. Polîs bibe yan sivîl bibe ferq nake, divê her kes wesayîta ku diajo bi baldarî biajo. Vê rêyê zarok, kal û pîr, nexweş û welatiyên astengdar bi kar tînin. Keça min berê du caran ji milê xwe emeliyat bûbû. Dayika wê jî nexweşiya MS'ê ye. Sibê ger keça min nekare bimeşe em ê çawa li wê binêrin? Îro tiştê ku hat serê me, sibê dê bê serê kesên din jî. Ji bo ku ev neqewime divê di demek nêz de gavên pêwîst bên avêtin."
(NÖ/AY)