3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê cezayê ku di doza Şahîn Onerî de hatibû birîn, betal kir.
Li Taxa Şehîtlik a navçeya Yenîşehîra Amedê di 10ê Sibata 2013an de, di dema xwepêşandanekê de wesayîta bizirx a polîsan pê li Şahîn Oner (19) kiribû û ew kuştibû. Polis bi navê S.K. yê ku wesayît diajot bi tohmeta ku bûye sedema mirina Oner dihat darizandin.
Di 23yê Çiriya Paşiya 2021an de di danişîna li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de ji polîsê bersûc yê ji sûcê “kuştina biqestî” dihate darizandin, ji sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.
DOZA KUŞTINA ŞAHÎN ONERÎ
Dadgehê polîs bi 4 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 3emîn Daîreya Cezê ya Îstinafê ya Amedê li ser îtîraza hatiye kirin dosye lêkolîn kir û cezayê li polîsê bersûc hatiye birîn betal kir. Weke hincet jî “bi lêkolîn û lêpirsîna kêm ceza hatiye birîn”, hate nîşandan.
Di biryara dadgeha îstînafê de hat gotin ku rapora pispor a piştî keşfa di dosyayê de hatiye bidestxistin de têkildarî rewşa qisûrê ya kesên têkildar qisûr nîne û di navbera raporên pisporên heyî de ku tê de nirxandina rewşa xitimandî ya aliyên têkildar heye, di warê qisûra aliyan de nakokiyên zelal hene. Daîreya Ceza da zanîn ku ji bilî çareserkirina nakokiyan, têkildarî dema ceza hate birîn kîjan rapor li ber çavan hatiye girtin daxuyaniyek nîne.
Di doza Şahîn Onerî de polîsê bersûc dîsa nehatiye girtin
Di biryarê de wiha hate gotin: “Dema ku rewşa hiqûqî ya bersûc diviyabû li gorî encama radestkirina dosyayê ji komîteyeke pispor re bihata nirxandin ku ji hîndekarên zanîngehan bi kursiya trafîkê re bê avakirin û raporeke nû ya ku nakokiyên navbera raporên pispor ên di dosyayê de hene ji holê rake û rewşên xelet ên sûcdar û miriyan bi rengekî ku cih ji gumanan re nehêle, bihata eşkerekirin. Ji bo lêpirsîn û lêkolîneke bêkêmasî hewce dikir dosya were xerakirin (...) bi yekdengî biryar hat dayîn ku ji bo ji nû ve lêpirsîn were kirin û hikum bê birîn dosya ji dadgeha dereceya ewil re bê şandin.
Çi bûbû?
Di 10ê Sibata 2013ê de li taxa Şehitlikê ya Amedê, xwendekarê lîseyê yê bi navê Şahin Onar di xwenîşandanekê de mir.
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema wî dixwest teqemeniyekê biavêje di destê wî de teqiyaye.
Serdar Çelebiyê parêzer ji bianetê re eşkere kiribû ku li gor raporên Tiba Edlî Onar ne bi teqemeniyê lê bi lêdana tiştekê hişk miriye.
Şahidên bûyerê li dadgehê diyar kiribûn ku wesayiteka zirxkirî li Onerî daye. (AS/AY)