Li Zanîngeha Stenbol Aydinê nêzî 100 akademisyen ji kar hatin derxistin
Li Zanîngeha Stenbol Aydinê nêzî 100 akademisyen bêyî ku sedemek bê nîşandan ji kar hatin derxistin. Akademisyenên ku ji kar hatine avêtin, kom bûn û ragihandin ku wan li dijî vê pêvajoyê dest bi têkoşînê kiriye.
Kedkarên akademiyê bal kişandin ser vê yekê ku li zanîngehên weqfan jikaravêtina akademisyenan berdewam dike û destnîşan kirin ku di van demên dawî de li zanîngehên Maltepe, Arel, Bilgi, Gelişim û Atlasê jî kiryarên bi vî rengî qewimîne. Akademisyenên fikarên xwe anîn ziman, destnîşan kirin ku jikaravêtina herî dawî ya li Zanîngeha Stenbol Aydinê "tesfiyeyeke berfireh" e.
Akademisyenên ku ji kar hatine derxistin daxuyaniyek dan û diyar kirin ku pêşve tu agahdarî ji wan re nehatiye kirin û tu hinceteke hiqûqî ya ji karderxistinê jî ji wan re nehatiye nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di vê saziya ku me salên xwe dane de, ji bo perwerdeya xwendekarên xwe û pêşkeftina zanîngehê me bi fedakariyeke mezin xebat meşand” û rexneyên giran li rêveberiya zanîngehê hatin girtin.
“Zanîngeh nabe ku bi hişmendiya şîrketan bê birêvebirin”
Di daxuyaniyê de şêwaza rêveberiya Zanîngeha Aydin a Stenbolê jî hat rexnekirin û hat îdiakirin ku zanîngeh demeke dirêj e “weke şîrketeke malbatî tê birêvebirin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li pişt serkeftinên akademîk yên ku zanîngehê îro bi dest xistine keda kedkarên perwerdeyê heye û weha hat gotin: “Li pişt van serkeftinan, akreditasyonên navneteweyî û prestîja saziyê, xwêdana eniyê, zanîn û keda me kedkarên perwerdeyê heye.”
Akademisyenên ku ji kar hatine derxistin diyar kirin ku daxwaza wan tenê ne vegera ser kar e; divê zanîngeh ne bi hişmendiya şîrketan, li ser bingeha ked, azadiya akademîk, liyakat û rûmeta mirovan bên birêvebirin.
"Divê hemû kedkarên zanistê şûnve were girtin"
Akademisyenan di daxuyaniya xwe de bang li rêveberiya zanîngehê kirin ku dawî li jikaravêtinan bînin û hemû kedkarên ku hatine derxistin vegerînin ser karên wan.
Kedkarên Zanîngeha Aydin a Stenbolê bangî xebatkarên din û xwendekaran kirin ku pişgiriya wan bikin û gotin: “Werin em bi hev re xwedî li karê xwe, keda xwe û mafê xwe yê perwerdehiya bi kalîte derkevin.”
(EMK/AY)