Erdheja Venezuelayê: Hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîşt 1450an
Di 24ê Hezîrana 2026an de du erdhejên bi pileya 7,2 û 7,5an ku li nêzî Karakasê paytexta Venezuelayê pêk hatin. Di erhejan de hejmara qurbaniyan gihîşt hezar û 450an.
Li Venezuelayê bi pileya 7.5 û 7.2an li pey hev du erhejên mezin çêbûn
Hat ragihandin ku herî kêm 3 hezar û 150 kes jî birîndar bûne. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin kavilan de bê navber berdewam dikin.
Serokê Parlamentoya Neteweyî yê Venezuelayê Jorge Rodriguez di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di erhejan de heta niha zêdetirî 3 hezar 150 kes birîndar bûne û 12 hezar û 721 kes ji ber erdhejê ji cih û warên xwe bûne.
Herêma erdhejê bajarê La Guaira, Venezuela. Fotograf: Cem Tekkeşinoglu / AA
Her wiha li herêmên erdhejê 774 avahî bi temamî rûxiyane.
Jorge Rodriguez ragihand ku di encama du erdhejên bihêz ên li welêt de hejmara miriyan gihîştiye hezar û 450 kesan.
Rodriguez anî zimên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û ragihand ku zêdetirî 25 hezar karmendên rizgarkirinê, leşker, polîs, tîmên parastinê yên sivîl, Heyva Sor û saziyên din ji bo rizgarkirina mirovan dixebitin.
Herêma erdhejê bajarê La Guaira, Venezuela. Fotograf: Cem Tekkeşinoglu / AA
Her weha Rodriguez destnîşan kir ku 2 hezar 624 xebatkarên navneteweyî yên rizgarkirinê di xebatan de alîkariyê didin û di van hewldanan de 137 kûçikên perwerdekirî û 49 wesayîtên piştgiriyê tên bikaranîn.
Rodriguez roja şemiyê ragihandibû ku hezar û 430 kes mirine û 3 hezar û 238 kes jî birîndar bûne.
Li Venezuelayê hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîşt 235an
Çi bûbû?

Di 24ê Hezîranê de Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihandibû ku li Venezuelayê du erdhejên li pey hev ên bi pileya 7,5 û 7,2an rû dabûn. Her weha di navbera her du erdhejan de tenê 39 çirke hebûn.
USGSê piştî erdheja ku pêşî ragihandibû mezinahiya wê 7,1 e, agahiyên nû parve kiribû.
USGSê eşkere kir ku li Venezuelayê, 23 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Yumare yê ser bi eyaleta Yaracuyê ve bi mezinahiya 7,5 û 24 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê San Felipe yê ser bi heman eyaletê ve jî bi mezinahiya 7,2 du erdhejên li pey hev rû dane.
Hate zanîn ku kûrahiya erdheja Yumareyê 10 kîlometre û ya San Felipeyê jî 21,9 kîlometre ye.
Seroka Dewletê ya Demkî ya Venezuelayê Rodriguez, piştî du erdhejên mezin rewşa awarte (OHAL) ragihandibû.