Li Uskudarê êrîşî Goristana Ermeniyan a Surp Garabet kirin
Di êrîşa li dijî Goristana Ermeniyan a Surp Garabet a li Baglarbaşî ya Uskudara Stenbolê de, şeş gor û kaniya di nava goristanê de zirar dîtin. Piştî êrîşê polîsan lêpirsîn da destpêkirin û xebatên ji bo girtina kesê ku êrîş pêk aniye berdewam dikin.
Li gorî nûçeya AGOSê û daxuyaniya Patrîkxaneya Ermeniyan a Tirkiyeyê, êrîş di şeva ku 7ê Tîrmehê bi 8'ê Tîrmehê ve girê dide de pêk hatiye. Kesekî ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin, di ser dîwarê goristanê re baz daye û ketiye hundir, zirar daye şeş goran û kaniyeke.
Desteya Rêveberiya Weqfa Dêra Surp Garabet a Uskudarê bêyî ku wext derbas bibe, emniyet agahdar kiriye.
Serokê Weqfa Dêra Surp Garabetê ya li Uskudarê Rafi Kirkorian li ser mijarê daxuyaniyek daye û gotiye, "Neqşên xaçan ên li ser kêlên 6 goran hatine şikandin."
Patrîkxaneya Ermenan a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir û ragihand:
"Kesekî zerer gihandiye 6 goran. Ev êrişa qirêj yekser ji aliyê desteya birêvebir a weqfa dêrê ve ji hêzên ewlehiyê re hat ragihandin ku êrişkar were girtin û were darizandin."
Li gorî agahiyên Polîsê Stenbolê, heta niha ew kes an jî kesên ku ev kar kiriye nehatine girtin. Goristana Surp Garabetê ku bi wateya "Rêberê Pîroz" tê naskirin, dîroka wê vedigere sedsala 16an.
Goristan û dêrên kevn ên kêmneteweyên dînî yên li Stenbolê û bajarên din ên Tirkiyeyê, berê jî gelek caran rûbirûyî êrişên bi vî rengî yên xirabkirinê û nivîsandina dirûşmên nijadperest bûne. Patrîkxaneya Ermenan û rêxistinên mafên mirovan her tim daxwaz dikin ku tedbîrên ewlehiyê werin xurtkirin û parastina cihên pîroz ên kêmneteweyan were kirin.
(EMK/AY)