Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yidirim, Polat Yildirim û xwişka Aktaş, Sabîha Aktaş çûne hevdîtinê.

Wezîrê Dadê têkildarî serlêdana malbata Ocalan ya ji bo Îmraliyê daxuyanî da
Di 11 salan de 7 caran hevdîtina malbatan pêk hat
Hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbatê re salên demdirêje tên astengkirin. Abdullah Ocalan, ji sala 2014an heta niha li Îmraliyê tenê 7 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Hevdîtina beriya ya dawî, piştî 44 mehên tecrîda girankirî di 23’yê Cotmeha 2024’an de hate kirin. Abdullah Ocalan, di dîroka behsa xeberê de bi biraziyê xwe û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kiribû.
Destûr nedihat dayin malbatên Yildirim, Konar û Aktaş pê re hevdîtinê bikin. Konar û Aktaş ji Adara 2015’an roja biribûn Girtîgeha Îmraliyê heta niha tenê karîn 4 caran (tevî hevdîtina îro) hevdîtinê bikin. Yildirim jî heta niha karî tenê 3 caran bi malbata xwe re hevdîtinê bike.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Abdûllah Ocalan re hevdîtin pêk anî
Salên dirêje ku li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re jî tên astengkirin. Abdullah Ocalan, di nava 14 salan de tenê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Hevdîtina herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hate kirin.
Yildirim, Konar û Aktaş jî ji roja birine Îmraliyê heta niha nekarîn yek carê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 28’ê Adarê de rapora xwe ya 4 mehan aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din ên li Îmraliyê malbat û parêzeran 52 serlêdan kirine lê tevek jî bêbersiv hatine hiştin. Di heman demê de di serlêdana ji bo CPT’yê de jî hat xwestin ku “demildest” biçin serdanê.

Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileyê û di 27’ê Sibatê de çûn serdana Îmraliyê. Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’yemîn de tevî şande û hevalên xwe yên giştî, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Çi bûbû?
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de piştî 43 mehan cara yekemîn bi biraziyê xwe Omer Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê re hevdîtin kir. Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku tecrîda li ser wî didome û weha gotibû, "Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxînim ser qada hiqûqî û siyasî."
Piştî hevdîtinê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di 6ê Mijdara 2024an de 6 meh cezayê nû yê qedexekirina hevdîtinê li Ocalan hatiye birin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya 26ê Mijdarê de got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmraliyê û koma DEMê de rû bi rû hevdîtin bên kirin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiva banga Bahçelî da û got, "Em weke hevserok dixwazin biçin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike û tevkariyê li aştiya vî welatî bikin."
DEM Partiyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike heman rojê serî li Wezareta Dadê da.
Wezareta Dadê piştî mehekê bersiva erênî da serlêdana DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştre Ahmet Turk jî tevli şandeyê bû. Li ser daxwaza Ocalan Onder, Buldan û Ahmet Turk bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kirin.
Şandeyê heta niha bi MHP, Partiya Pêşerojê, AKP û Partiya Saadetê re hevdîtin kiribû.
Piştî hevdîtina duyemîn şande di çarçoveya hevdîtinên ji bo pêvajoyê de serdana Herêma Kurdistana Iraqê kir û li wir bi serkirdeyên YNKê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û yên PDKê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyan.
Hevdîtina sêyem a bi Ocalan re di 27ê Sibatê de pêk hat. Piştî hevdîtinê peyama Ocalan li Stenbolê hat xwendin û Ocalan di peyamê de banga çek danînê kir.
Di şandeya vê carê de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol cih girtin.