Li Şamê teqîn çêbû: 2 kes mirin, 13 kes birîndar bûn
Li taxa Ceramanaya Şama paytexta Suriyeyê teqîneke bi hêz pêk hat û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê herêma ku teqîn lê çê bûye piraniya şêniyên wê Durzî ne.
Ajansa nûçeyan a fermî a wî welatî, SANAyê ragihandiye ku li taxa Ceramanayê ya paytex Şamê teqemeniya destçêkirî ya ku di nava otobusekê de hatibû bicihkirin teqiya ye.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ji rayedarên parastina sivîl girtine, di teqînê de li gorî daneyên destpêkê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku piştî teqînê amadekariyên li nexweşxaneyên herêmê derxistine asta herî bilind û birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyan.

Li Şamê di 7ê Tîrmehê de li nêzî Wezareta Geştiyariyê du êrîş hatibûn kirin, di êrîşan de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 36 kes birîndar bibûn.
Wezareta Karên Navxweyî ya Suriyeyê du roj piştî êrişan ragihandibû ku kesên tevlî bûyerê bûne hatine girtin.
Fermandarê Ewlehiya Navxweyî yê Bejahiya Şamê Tuggeneral Ahmed ed-Dalati diyar kiribû ku di lêpirsînên derbarê van êrîşan de hatibû tespîtkirin ku şaneya hatî girtin bi DAIŞê re têkildar e.
(HA/AY)