Li peravê Bartinê ÎHAyeke perçebûyî hat dîtin: Menşeya wê hêj diyar nebûye
Hat zanîn ku piştî lêkolîna tîma pispor a ji Karabûkê, ÎHA dê ji bo lêkolîna teknîkî û berfireh bişînin Enqereyê.
Li perava Kapisuyuyê ya ku li navçeya Kurucaşileya Bartinê ye, balafireke bêfirokevan (ÎHA) weke perçebûyî hat dîtin.
Li gorî nûçeya MAyê (Ajansa Mezopotamyayê), li ser agahdarkirina welatiyên ku parçeyên ÎHAyê li peravê dîtine, tîmên Cendirmeyan sewqî herêmê hatin kirin. Tîmên lêkolînê yên cendirmeyan û pisporên bombeyan çûn cihê bûyerê û li ser cîhazê lêkolîn kirin.
Di kontrolên yekem de nehat diyarkirin ku ÎHA ya kîjan welatî ye. Here weha İHA ji bo ewlehiyê tîmên cendirmeyan girt bin kontrolê.
Hat zanîn ku piştî lêkolîna tîma pispor a ji Karabûkê, ÎHA dê ji bo lêkolîna teknîkî û berfireh bişînin Enqereyê.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.