Li Meletiyê bi pileya 5.6an erd hejiya
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê saet di 09:00an de bi pileya 5.6an erd hejiya.
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihand ku erdhej bi pileya 5.6an çêbûye.
Her weha erdhej 7,03 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Resetxaneya Kandîliyê, mezinbûna erdheja ku navenda wê gundê Gulumuşagı ya ser bi navçeya Battalgaziyê ye wekî 5,6 û kûrahiya wê jî wekî 4,4 kîlometre ragihand. Sedema ku Kandilli û AFAD derbarê mezinbûn û kûrahiya erdhejê de daneyên cihê pêşkêş dikin, ji ber wê yekê ye ku her du sazî torên sîsmîk ên ji hev cuda bi kar tînin û rêbazên wan ên pîvandin û analîzkirinê diguhere.
AFAD: “Xebatên kontrolkirina li qadê berdewam dikin”
AFADê diyar kir ku erdhej li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin û ragihand ku heta niha tu rewşeke neyînî tune ye.
Daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya AFADê hat parvekirin wiha ye:
“Piştî erdheja bi mezinbûna 5,6an ku saet di 09.00an de li navçeya Battalgazi ya bajarê me yê Meletiyê çêbû û li bajarên me yên Semsûr, Xarpêt, Dêrsim û Rihayê jî hat hîskirin, heta vê gavê tu rewşeke neyînî tune ye. Xebatên kontrolkirina li qadê berdewam dikin. Em silametiyê ji welatiyên me yên ku ji erdhejê bandor bûne dixwazin.”
Daxuyaniya Waliyê Meletiyê
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz ji Ajansa Anadoluyê (AA) re axivî û ji bo tevahiya Meletiyê û bajarên derdorê silametî xwest.
Yavuz da zanîn ku xebatên kontrolkirina li qadê berdewam dikin û wiha got: “Heta niha tu rewşeke neyînî negehiştiye ber destê me. Hevalên me li qadê xebatên kontrolê dikin.”
(VC/AY)