Şêniyên gundê Qerxebazara navçeya Kanîreşa Çewligê, têkildarî projeyên Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê(JES) çalakî li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê tevî barîna berfê jî welatiyan çalakiya xwe li dar xist û bertek nîşan dan.
Daxuyanî, li pêşiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Civakî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Qerxabazarî rê nade Jeotermalê” hate hilgirtin.

Her weha Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Qerxabazariyê Mehemt Alî Harmanci daxuyanî xwend û bal kişand ser zexta li ser xweza û qadên jiyanê.
Harmanci, anî ziman ku niha li ser qadên wan ên jiyanê, çandinî û ajalvaniyê zextekî giran heye û ji bo parastina çavkanî û xwezaya xwe dê têbikoşin.
Di berdewama axaftina xwe de Harmanci destnîşan kir ku polîtîkayên emperyal ji dîrokê ve çav ber dide çavkaniyên xwezayî û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Di bingeha van polîtîkayan de bidestxistina çavkaniyên dewlemend û bikaranîna wan a li gorî berjewendiyên xwe ye. Em jî li dijî vê qadên xwe yên jiyanê dê biparêzin.”
Zirarên JESê
Endamê Komeleya Ekolojiyê Kasim Demîralp jî destnîşan kir ku xelkê gund li dijî projeyên JES’ê ne û ev tişt anî ziman:
“Li erdnîgariya em li ser dijîn xetên fayê hene. Tevî vê jî dixwazin bîrên jeotermalê vekin. Ev jî hem xetereyê li ser xwezayê hem jî li ser jiyana mirovan çêdike.”
Bi domdarî Demîralp bi lêvkir ku xebatên jeotermalê dê avên binerd qirêjî bikin, berhemdariya qadên çandiniyê ji holê rake û bandoreke neyînî li ser ajalvaniyê çêbike. Demîralp, wiha domand: “
Karûbarên sondajê yên li ser xetên fayê tên kirin, xetereya erdhejê zêdetir dike. Ev jî gefê li ser jiyana bi hezaran mirovan çêdike.”
Demîralp, xala 56an a Destûra Bingehîn bi bîr xist û got: “Heqê her kesî heye ku di hawirdoreke bihevseng û bitendurist de bijî. Nabe ku ev maf ji bo tu projeyan were binpêkirin.”

Bang
Demîralp, herî dawî jî banga li rayedaran kir û xwest ku projeyên JESê yên li Qerxabazari û derdora wê tavilê bên sekinandin û bêyî îrade û daxwaza gel tu xebat neyên kirin.
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

KARLIOVA VE VARTO'DA 22 KÖYÜ ETKİLEYECEK JES PROJESİ
“Havamızın, suyumuzun kirlenmesine, hayvanlarımızın kıyımına izin vermeyeceğiz”
(AY)

