Welatiyên Kanîreşê: Em nahêlin xwezaya me ji rantê re were vekirin
"Hewl dan mirovan bixapînin. Bêyî ku ji gelê herêmê bipirsin xebatên xwe meşandin. Dema me dipirsî, digotin 'Em tevgerên sîsmîk dişopînin.' Lê em niha dibînin ku ev der hemû ji projeyan re hatine vekirin. Em nahêlin qadên jiyana me ji talanê re û xwezaya me ji rantê re were vekirin.