Di çarçoveya 37emîn Şahiya Biharê ya Navneteweyî ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) de, İlkay Akkayayê konsertek da. Di dema konserê de komek xwendekarên rastgir ala Tirkiyeyê hildan û bi nîşana 'gurê boz', dirûşma “Em leşkerên Mustafa Kemal in” berz kirin. Bûyerên piştî vê dest pê kirin, didomin.
🔴Komeke ulkucu(netewperest) pêr(6ê Gulanê) li qada konserê ya kampusa ODTUyê dirûşm berz kiribûn.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) May 8, 2026
Ew kom duh bi hejmareke zêdetir hatin dibistanê û êrîşî xwendekarên li qada konsere bûn, kirin. pic.twitter.com/rZWRBcdY6s
Bi îdiaya ku “alaya Tirk kirine armanc” xwendekarên sosyalîst hedef hatin nîşandan. Polîsan vê sibê bi ser malên xwendekaran de girtin û ew desteser kirin.
Li gorî agahiyên ku xwendekarên ODTUyê ragihandine, heta niha herî kêm 10 xwendekar hatine desteserkirin.
🚩ODTÜ'de faşizme direnenler ev baskınıyla gözaltına alınıyor!
— Öğrenci Faaliyeti (@faaliyet52) May 7, 2026
Aralarında yoldaşlarımızın da olduğu birçok üniversiteli, evlerinden gözaltına alındı.
Kampüste, sokakta, Devrim'de faşist saldırılarla savaşacağız!
Baskılar bizi yıldıramaz! pic.twitter.com/r02Yc8HiJe
Sedema serdegirtina malên xwendekarên ODTUyê hîna nayê zanîn.
Lêbelê “Tevgera Jinên Îstîklalê” ya ku nêzî Partiya Zaferê ye ku Umit Ozdag Serokê wê yê Giştî ye, duh (7ê Gulanê) di parvekirina xwe ya li ser platforma Xê de gotibû: “Vê şevê li benda agahiyên desteserkirinê bin”
Bu gece gözaltı haberlerini bekleyin. ⏳
— İstiklal Kadınları Hareketi (@istiklalkadin) May 7, 2026
Heman kom berê jî bi xwarina pîzayê ya li qada çalakiya karkerên Doruk Madencilikê yên ku di greva birçîbûnê de bûn û bi hewildanên êrîşê yên li dijî femînîstên ku di çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya îsal de dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' berz kiribûn, ketibû rojevê.
Daxuyaniya xwendekarên ODTUyê
Xwendekarên ODTUyê di daxuyaniya xwe ya hevpar a duh de diyar kirin ku; bûyerên qewimî bi zanabûn wekî “êrîşa li dijî alê” hatine nîşandan. Lê belê xwendekaran destnîşan kir ku meseleya esasî provokasyonek e ku li dijî şahiya wan a ku bi salan e 'bi ked û xebateke mezin' ava kirine, hatî kirin:
“Duh li Stadyuma Şoreşê(Devrîm), hunermenda li ser dikê ji aliyê komekê ve bi awayekî plankirî û organîze hate yuhakirin û hewildaneke eşkere ya provokasyonê hate kirin. Her çend ev provokasyon wekî 'êrîşa li dijî alê' hatibe nîşandan jî, ev êrîş li dijî şahiya ku xwendekarên ODTUyê bi kedeke mezin ava kirine, pêk hat. Divê îro jî rêveberiya dibistanê li dijî her çalakiyeke ku zirarê bide şahiyê û çanda ODTUyê derkeve û berdewamiya şahiyê saz bike.
Li dijî van êrîşan tişta herî baş a ku em dikarin bikin; xwedîderketina li wê kevneşopiya ku wan kesên li stadyumê peyva DEVRÎM (ŞOREŞ) nivîsandine dest pê kiriye û li her derê dengê xwe bilind bikin û bêjin: “Şahî a ODTUyê ye, ODTU ya me ye!”
