CHPê di hilbijartina herêmî yên dawî de bi ji sedî 62ê dengan Şaredariya Yenîşehîrê ya Mersînê bidest xistibû. Polîsan li şaredariyê lêgerîn pêk anî. 31 kesên ku di nav wan de alîkarên şaredar jî hene, hatin desteser kirin.

Li dijî Şaredariya Boluyê operasyon hat kirin
Îro 08:48
Rojnameger Hîlal Koyluyê ragihandiye ku di operasyona li ser Şaredariya Yenîşehîrê de bi giştî 31 kes hatine desteser kirin.
Hat îdiakirin ku di nav kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye dayîn de; alîkarên şaredar, rêvebirên şaxan û rayedarên şîrketan hene.
(EMK/AY)
