Li dijî Şaredariya Boluyê operasyon hat kirin
Têkildarî operasyonê daxuyanî hatiye dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber bexşên qurbanan ên ku li ser Weqfa BOLSEVê ya serbi Şaredariya Boluyê ve tê mêşandin hin kes hatine desteserkirin.
Saet di 02.00ê şevê de li dijî Şaredariya Boluyê operasyon hat kirin. Di çarçoveya operasyonê de, Alîkara Şaredar Leyla Beykoz û du kesên din hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyên derbarê bûyerê de hat diyarkirin ku desteserkirin, li ser îdiayên derbarê bexşên qurbanan ên ku ji ser Weqfa BOLSEVê ya ser bi Şaredariya Boluyê ve hatine kirin, pêk hatine.
Li gorî nûçeya Halk TVyê, Alîkara Şaredar Leyla Beykoz jî hatiye desteser kirin.
Hat ragihandin ku operasyon di çarçoveya lêpirsîna li ser bexşên di nav weqfê de hatine komkirin hatiye kirin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.