Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: 54 kes birin edliyeyê
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bucay Îzmîrê de, 54 kesên hatibûn desteserkirim birin edliyeyê.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de, Şaredarê Bucayê Gorkem Duman jî di nav de 54 kes ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî ya Rêvebiriya Emniyetê ve hatibûn desteserkirin. Karên îfadeyê yên wan kesan bi dawî bû.
54 kesên desteserkirî di bin tevdîrên tund ên ewlehiyê de ji Avahiya Xizmetê ya Yeşilyurtê ya Rêvebiriya Emniyeta Bajêr birin Edliyeya Îzmîrê.
Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: Şaredar Gorkem Duman hat desteserkirin
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve li ser Şaredariya Bucayê û saziyên girêdayî wê tê meşandin, derbarê 62 kesan de biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Şaredarê Bucayê Gorkem Duman, Serokê Berê yê Şaredariya Bucayê Erhan Kiliç, alîkarên serokê şaredariyê, Serokê Berê yê Navçeyê yê CHPê Ç.K., rêveber û xebatkarên fîrmayên hevpar ên şaredariyê, xwediyên hin fîrmayan û karsaz jî di nav de, bi giştî 53 kes di 1ê Hezîranê de ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî ya Rêvebiriya Emniyeta Bajar ve, di serdegirtinên ser navnîşanên diyarkirî yên li Îzmîr, Enqere, Erzîngan û Çanakkaleyê de hatibûn desteserkirin.
Hatibû ragihandin ku ji kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatibû dayîn 3 kes di girtîgehê de ne, ji bo 4 kesên li dervayî welat biryara girtinê hatiye derxistin û ji bo girtina 2 kesan jî xebat berdewam dikin. Di 2ê Hezîranê de jî hejmara kesên desteserkirî gihîştibû 54 kesan.