Li dijî Şaredariya Bucayê operasyon: Şaredar Gorkem Duman hat desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ve tê birêvebirin de, li dijî Şaredariya Bucayê operasyon hat kirin. Şaredarê Bucayê Gorkem Duman û Şaredarê berê Erhan Kiliç jî di nav de, gelek kes hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 62 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Tîmên polîsan serê sibehê li dijî gumanbaran operasyoneke hemwext li dar xistin.
Mahmut Tanal bertek nîşan da
Parlementerê Rihayê yê CHPê Mahmut Tanal, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bucayê da.
Li gorî nûçeya ANKAyê, Tanal da zanîn ku ev operasyon ne hiqûqî ye, siyasî ye. Tanal diyar kir ku şaredarekî li ser wezifeya xwe û cih û warê wî diyar, li şûna ku ji bo îfadeyê bê vexwendin, bi operasyonê tê desteserkirin; ev yek nayê qebûlkirin.
Tanal di daxuyaniya xwe de got: “Derfeta vexwendina ji bo îfadeyê hebû, lê wan serê sibehê operasyon kir. Ev yek nîşan dide ku hiqûq ji bo armancên siyasî tê bikaranîn. Li vir ne tenê Görkem Duman, vîna gelê Bucayê ya li ser sindoqê hatiye hedefgirtin.”
(EMK/AY)