Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de operasyoneke nû hate lidarxistin. Di operasyonê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê ÎBBê Oktay Ozel û Seroka Daîreya Park û Baxçeyan Tuğba Olmez Hanci hatin desteserkirin.
Tîmên Rêvebiriya Şaxê ya Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî, di saziya şaredariyê ya bi navê Agaç AŞê de dest bi xebatên lêgerînê kirin. Hat diyarkirin ku dê çarçoveya lêpirsînê berfireh bibe.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê aşkere kir ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Agaç û Peyzaj AŞê de ku serbi ÎBBê ye, ji bo 30 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Di operasyonan de 29 kes hatin desteserkirin ku di nav van navan de Oktay Ozel û Tuğba Ölmez Hanci jî hene.
Hat ragihandin ku kesekî ku biryara desteserkirinê li ser heye li derveyî welat e û ji bo zeftkirina wî xebat berdewam dikin. Gumanbarên ku hatine desteserkirin birin emniyetê.
Di aliyekî din ê lêpirsînê de, li navenda giştî ya Agaç AŞê û li navnîşanên diyarkirî lêgerînên berfireh tên kirin. Derbarê naveroka dosyayê û sedemên desteserkirinê de hîna agahiyên fermî û berfireh nehatine parvekirin. Lêkolînên yekîneyên emniyetê berdewam dikin.
Daxuyaniya Serdozgeriyê
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir. Serdozgeriyê diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînên li ser çalakiyên rêxistineke sûc ku tê îdîakirin di bin serokatiya Ekrem İmamoglu de hatî avakirin, îdîayên 'bi rêya şîrketa Agaç û Peyzaj AŞê pergaleke îhaleyan a bêusûl hatî avakirin û gendelî di îhaleyan de hatî kirin' tên lêkolînkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyona ku di 8ê Gulana 2026an de hat kirin de, ji bo 30 gumanbaran biryara desteserkirinê hat derxistin; ji van 29 kes hatin zeftkirin û xebatên ji bo girtina kesekî ku li derveyî welat e jî berdewam dikin.
