Li Bursayê piştgirî dan Sendikaya Dersdêrên Sektora Taybet: “Berxwedan dê gavekê jî paşve neavêje”
Li Enqereyê dersdêrên ku di greva birçîbûnê de bûn, piştî ku bi mudaxeleya polîsan hatin desteserkirin û paşê hatin berdan, ev du roj in di otêla ku lê dimînin de hatine dorpêçkirin.
Sendikaya Dersdêrên Sektora Taybet li dijî van zextan, li Bursayê li Meydana Fomaraya daxuyaniyeke çapemeniyê da. Dersdêrên endamên Egîtîm-Sen û Egîtîm-Îşê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Piştî daxuyaniyê, dersdêran li meydanê çalakiyeke rûniştinê li dar xist.
“Ji bo ku karê dewlemandan bimeşe ye”
Li gorî nûçeya ANKAyê, di daxuyaniyê de li ser navê Sendikaya Dersdêrên Sektora Taybet Koray Aslan axivî. Aslan behsa desteserkirina piştî berxwedanê kir û diyar kir ku piştî derketine jî, otêla ku lê diman hatiye dorpêçkirin:
“...em neçar bû ku berdewam bikin. Malbatên me li gel me ne; dayik, bav û xwişk û birayên me li gel me ne. Ji bo ku neyên hevdîtina me ya li parkê, nehîştin ku ji otêla lê dimînin derkevin. Otêl hat dorpêçkirin û destûr nedan kes jê derkeve. Endamên din ên sendikaya me yên li parkê jî dîsa hatin desteserkirin. Rêveber û serokên sendikayên perwerdeyê yên ku ji bo piştgiriyê hatibûn, bi paş ve destê wan kelemçe kirin, hatin desteserkirin. Çima? Ji bo ku karê dewlemendên xwediyê saziyên perwerdeya taybet bimeşe û dewrana wan bigere. Hevalno, wekî din tu sedemeke vê yekê tune ye.”
Daxwaz
Koray Aslan di berdewamiya axaftina xwe de daxwazên xwe weha kurtebir kir:
“Du daxwazên me yên berbiçav hene: Daxwazeke me ya lezgîn heye ku nûnerên Wezareta Kar, rayedarên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, nûnerên Sendikaya Dersdêran û nûnerên perwerdeya sektora taybet, hemû bi hev re li dora maseyekê bicivin da ku mûçeya herî kêm a mîsogerkirî bibe yasa. Ev ne daxwazeke ji rêzê ye. Sedema hebûna me ya li Enqereyê ev e.”
“Daxwaza me ya duyemîn jî ev e; ji bo cihanîna sond û sozên ku ji hevalên me yên derdêr re hatine dayîn ên ku ji ber mûlakatê mexdûr bûne, pêşniyara qanûnê were Meclisê û ev mexdûriyet bi lez were rakirin ango divê yasa ji Meclisê derbas bibe.”
“Em vê faşîzmê qebûl nakin”
Serokê Şaxa Bursayê ya Egîtîm Îşê Ozkan Rona yê ku piştgirî da çalakiyê weha got:
“Duh li Enqereyê pêşiya hevkarên me bi barîkatan hat girtin. Dersdêrên ku li Guvenparkê li benda hevalên xwe bûn û daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman, tenê ji ber ku gotin 'Em dixwazin wekî mirovan bijîn, em jiyaneke bi rûmet a xebatê dixwazin, em karekî ewledar dixwazin; em êdî naxwazin di vê pergala sermayeyê de bijîn ku karsaz tê de perwerdeyê difroşin û hemû qezanca xwe li ser xwêdana eniya dersdêran çêdikin' hatin desteserkirin. Rêveberên sendikayên ku ji bo piştgiriyê li qadê bûn, bi helwesteke li dijî mirovahiyê li erdê hatin dirêjkirin û hewl dan wan desteser bikin. Em vê faşîzmê tu carî qebûl nakin.”
“Wezîrê Perwerdehiya Netewî li gel patronan e”
Serokê Şaxa Bursayê ya Egîtîm Senê Dervîş Erdem jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwazan:
“Daxwazeke gelekî bingehîn û zelal a hevalên me yên ji Sendikaya Dersdêran heye. Ew mûçeya taban dixwazin. Ev mûçe dê ji budçeya dewletê neyê dayîn. Dê patronên dibistanên taybet vê mûçeyê bidin. Çima Wezîrê Perwerdehiya Netewî ji bo ku vê îmze neke ewqas xwe diêşîne? Çima li ser neparastina soza xwe israr dike? Ji ber ku ew li gel patronan e, ne li gel kedkarên perwerdeyê ye.”
(AEK/AY)