Li Bursayê piştgirî dan Sendikaya Dersdêrên Sektora Taybet: “Berxwedan dê gavekê jî paşve neavêje”
Perwerdekarên li Bursayê piştgirî dan çalakiyên Sendikaya Dersdêrên Sektora Taybet ên li Enqereyê û desteserkirin protesto kirin. Berdevkê sendikayê Koray Aslan got: “Ji bo karê dewlemendên ku xwediyê saziyên perwerdeya taybet in bimeşe em hatin desteserkirin.”