Li Afganistanê 3,7 milyon zarok bi xetereya birçîbûnê re rûbirû ne
Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ragihand ku li Afganistanê ji sê zarokan yek bi birçîbûnê re rûbirû ye û têra xwe xurek bi dest nakeve.
Saziyê hişyarî da ku dibe ku ev rewş heta meha Cotmehê girantir bibe.
Rapora UN Womenê: Ji ber krîza fînanse kirinê, xizmetên jiyanî yên ji bo jinan kêm dibin
Li 12 eyaletan rewş di asta xeteriyê de ye
Li gorî WFPyê, bi dest neketina xurekê ji bo zarokan li 12 eyaletên welat gihîştiye asteke krîtîk.
Hate diyar kirin ku li Hilmend, Daykundî, Zabul, Beglan, Uruzgan, Paktîka, Nuristan, Sar-i Pul, Gur, Kandahar, Faryab û Logarê bi awayekî lez pêdiviya zarokan bi dermankirinê heye da ku bikaribin bijîn.
“Dê jiyana zêdetir zarokan bikeve xetereyê”
WFPyê destnîşan kir ku ger fona pêwîst neyê peydakirin, bernameyên xurekê dê hîn bêtir bêne biçûkkirin.
Saziyê ragihand ku ger bi lezgînî piştgirî neyê kirin û rê li ber vê yekê neyê girtin di mehên pêş de dibe ku mirina zarokan zêdetir bibe.
FİSA: Di nav 5 mehên destpêkê ên 2026an de 303 zarok ji ber xemsariyê mirin e
3,7 milyon zarok û 1,2 milyon jin
Li gorî pêşbîniyên WFPyê yên ji bo sala 2026an, li Afganistanê ji bo nêzîkî 3,7 milyon zarokan xureka pêwîst bi dest nakeve. Her wiha tê pêşbînîkirin ku 1,2 milyon jinên ducanî û yên ku şîr didin zaroka bi vê rewşê re rûbirû ne û xurekê têra xwe bi dest naxe û bi birçîbûnê re rûbirû ne.
Navendên tenduristiyê hate girtin, dermankirin hatin rawestandin
Ji ber kêmkirina fonên alîkariya mirovî, li seranserê Afganistanê di sala 2025an de 142 navendên tenduristiyê hatin girtin.
Ji ber vê yekê, zêdetirî 13 hezar zarokan nekarîn ji dermankirina xurekê sûd werbigirin. Her wiha pirsgirêkên peydakirinê yên ku ji ber şerên herêmî û girtina sînorê Pakistanê derketine holê, bûne sedem ku nêzîkî mîlyonek jin û zarok pênc mehan nikaribin xwe bigihînin xizmetên xurekê yên bingehîn.
UNICEF: Ji Helebê 228 zarok gihîştin Rojava
Ji bo şeş mehan pêdivî bi 540 milyon dolaran heye
WFPyê diyar kir ku ji bo domandina bernameyên dermankirin û rêgirtinê yên ji bo zarokan û jinên ducanî û şîr didin, di şeş mehên bê de hewcedariya wan bi 540 milyon dolarî heye.
Saziyê diyar kir ku ji bo xizmetên xurekê û rêgirtinê fon nemaye û banga piştgiriya lezgîn li civaka navneteweyî kir.
(NÖ/AY)