Rapora UN Womenê: Ji ber krîza fînanse kirinê, xizmetên jiyanî yên ji bo jinan kêm dibin
Li gorî rapora nû ya Saziya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), ji her 10 rêxistinên jinan nêzîkî 9 rêxistin di peydakirina hewcedariyên rojane de zehmetiyê dikişînin.
Di vê qonaxê de şer û pevçûnên çekdarî gihîştine asta herî bilind a 80 salên dawî. Di qonaxeke weha de saziyên sivîl ên ku xizmetên jiyanî pêşkêşî jin û zarokan dikin, bi krîzeke giran a fînansmanê re rû bi rû ne. Rapora UN Womenê a bi navê "Beyond the Breaking Point (Ji Xala Têkçûnê Wêdetir)" ku bandorên qutkirina alîkariyan dinirxîne, radixe ber çavan ku ji ber kêmkirina fonên navneteweyî, ji Kanûna Paşîna sala 2025an û vir ve herî kêm mîlyonek jin û keç ji xizmetên piştgiriyê yên jiyanî bêpar mane.
Ev rapor bi beşdariya 855 rêxistin û saziyên mafên jinan ên li 52 welatên di bin bandora krîz û şer de hat amadekirin. Li gorî raporê, ji sedî 88ê rêxistinên jinan diyar dikin ku nikarin hewcedariyên rojane peyda bikin.
Her wiha ji sedî 84ê rêxistinan radigihînin ku hejmara jin û keçên daxwaza alîkariyê dikin zêde bûye û ji sedî 77ê wan jî neçar mane ku karmendên xwe ji kar derxin.
Ji her 10 rêxistinan nêzîkî 4 rêxistin dibêjin ku di nava salekê de rîska rawestandina xebatan an jî girtina temamî li pêşiya wan heye. Ji ber kêmasiya fînansmanê, di ji sedî 65ê rêxistinan de karmend bêyî ku mûçe bistînin, bi dilxwazî xizmetê didin.
Rapor nîşan dide ku qutkirina alîkariyan ne tenê bandorê li saziyan dike, rasterast jiyana jinan jî xirab dike.
Rêxistinên jinan: Xizanî ji sedî 92 zêde bûye
Li gorî çavdêriyên rêxistinên jinan, xizanî û lawaziya aborî bi rêjeya ji sedî 92 zêde bûye. Di heman demê de hejmara jinên ku bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re rû bi rû ne û rûdanên tûndkariyê yên li dijî zayenda civakî zêde bûne.
Tê diyarkirin ku rêjeya keçên ku dev ji dibistanê berdidin û zewacên di temenê zarokî de zêde dibin. Gelek jin jî ji bo ku bijîn neçar dimînin di şert û mercên ku ji bo îstismara zayendî vekirî ne de bixebitin.
Xizmetên ku herî zêde ji qutkirina fonan bandor bûne ev in: bernameyên bihêzkirina aborî, navendên jinan û qadên biewle, birêvebirina dozên tûndkariyê, perwerde, piştgiriya qanûnî, piştgiriya psîko-sosyal û xizmetên tenduristiya zayendî.
Kêmbûna van xizmetguzariyan rîskên li ser jinên astengdar, yên koçber, yên li herêmên şer dijîn û yên ku bi tena serê xwe dijîn, hîn zêdetir dike.
Mînakên ji Welatan
Nimûneyên di raporê de bandora qutkirina alîkariyan a li qadê bi zelalî nîşan didin:
-
Komara Demokratîk a Kongoyê: Rêxistineke jinan ku piştgiriya derûnî û şêwirmendiya qanûnî dida mexdûrên tûdkariya ji ber zayendî civakî, diyar kiriye ku ji ber birîna fonan êdî nikare wan xizmetan bide. Rêxistineke din a li heman welatî jî radigihîne ku ji ber zêdebûna daxwazan, neçar mane zêdetirî 1.500 malbatên ku serokatiya wan jin dikin bixin lîsteya bendewariyê. Ev derengketina alîkariyê jî dibe sedema zêdebûna birçîbûn û kêmxwarinê.
-
Malî: Nûnera rêxistineke jinan gotiye ku bi qutkirina alîkariyan re piştgiriya xwarinê pir kêm bûye; lê li aliyê din ji ber şer, hejmara mirovên ji cih û warên xwe dibin zêde dibe. Gelek malbat nikarin xwarinên bingehîn peyda bikin û ji ber girtina dibistanên li herêmên şer, gelek zarok ji mafê perwerdeyê bêpar mane.
-
Endonezya: Saziyeke ku bernameyên piştgiriya civakî ji bo jinan dimeşîne, radigihîne ku ji ber windakirina fînansmanê, hejmara jin û keçên ku her sal xwe dighînin wan ji 500î daketiye 300î. Ev rewş rê digire ku jin bigihîjin qadên nîqaşê yên ewle, bernameyên lîderiyê, çalakiyên aborî û xizmetên parastinê.
-
Venezuela: Li vî welatî jî qutkirina alîkariyan bandorê li xizmetên tenduristiyê yên bingehîn dike. Rêxistineke jinan diyar kiriye ku êdî nikarin vîtamînan bidin jinên ducanî û keçên ku rîska zirarê bidin xwe li ser wan heye, nikarin piştgiriya psîko-sosyal a pêwîst bistînin. Ji ber vekişîna xizmetan a ji herêmên bejahî, jin neçar in ji bo piştgiriyê ji rêyên pir dûr werin û biçin.
-
Nîjer: Rêxistineke jinan destnîşan kiriye ku qutkirina alîkariyan ne tenê xizmetan kêm dike, pirsgirêkên heyî jî kûrtir dike. Li gorî rêxistinê, zewaca zarokan, karkeriya zarokan û koçberiya rîskdar her ku diçe zêde dibin. Her wiha neşopandina projeyan, baweriya civakê ya li hemberî saziyên mirovî kêm dike.
-
Sûdan: Rêxistinên jinan ên ku di navenda şer de dixebitin, qutkirina fînansmanê wekî "krîza duyemîn" pênase dikin. Nûnera saziyekê radigihîne ku şêwirmend ji bo ku jinan bi tenê nehêlin, bi mehan e bê mûçe dixebitin. Hejmara karmendan daketiye nîvî û karmendên mayî jî lêçûnên hatûçûn û ragihandinê ji berîka xwe didin. Tevî vê yekê jî, ji bo jinên ku rastî tûndkariyê hatine piştgiriya lezgîn nayê kirin û ji ber derengketina mudaxileyê encamên pir giran derdikevin holê.
Ji sedî 89ê rêxistinên ku beşdarî lêkolînê bûne daxwaza mekanîzmayên fonê yên demdirêj dikin. Ji sedî 86ê wan jî dixwazin ku rasterast xwe bigihînin xêrxwazan.
Li gorî raporê, heta ku modela fînansmanê ya heyî neyê guhertin, jin û keçên ku herî zêde di bin bandora krîzan de ne, dê ji xizmetên jiyanî bêpar bimînin.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne.
(EMK/AY)