Lêpirsîna Komeleya Ahbapê: Fatih Altaylı, Ruşen Çakir, Ozlem Gurses, Hazal Kaya û Şahan Gokbakar dê îfadeyê bidin
“Di lêpirsîna li dijî Komeleya Ahbapê de rojnameger Fatih Altayli, komedyen Şahan Gokbakar, rojnameger Ruşen Çakir, lîstikvan Hazal Kaya, rojnameger Ozlem Gurses û weşanger Fatih Koparan dê îfadeyê bidin.
Di lêpirsîna li dijî Komeleya Ahbapê de ya ku hunermend Haluk Levent damezrînerê wê ye, dê 6 kesên din îfadeyê bidin.
Halûk Levent jî di nav de 14 kes hatin girtin
16 Tîrmeh 2026
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve tê birêve birin. Di çarçoveya lêpirsînê ji bo îfadeyê bidin bang li rojnameger Fatih Altayli, komedyen Şahan Gokbakar, rojnameger Ruşen Çakir, lîstikvan Hazal Kaya, rojnameger Ozlem Gurses û weşanger Fatih Koparan hate kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Komeleya AHBAPê de hunermend û Serokê komeleya AHBAPê Halûk Levent di 12yê Tîrmehê de li Bûrsayê hatibû desteserkirin. Halûk Levent bi “mûxalefeta li dijî qanûna komeleyan”, “qezenckirina pereyên neqanûnî” û “endamê rêxistinê” tê tohmetbarkirin. Bi giştî 24 kes di çarçoveya lêpirsîna derbarê AHBAPê de, hatibûn desteserkirin. Her weha dadgehê di 16ê Tîrmehê de biryara girtina Levent da û ew şand girtîgehê.
(FY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.