Lêpirsîn hat destpêkirin: Rahmî Koç lêborîn xwest
Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç li Balçovaya Îzmîrê di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî de heqaret li jinên Kurd kiribû. Piştî bertekan derbarê Koç de lêpirsîn hat vekirin û Rahmî Koç lêborîn xwest.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber gotinên karsazekî yên li beramberî jinan û welatiyên xwedî nasnameyeke etnîkî ya diyar, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîn daye destpêkirin.
Rahmî Koç bi nêrîneke nijadperest heqaret li jinên Kurd kir
Wezîrê Dadê destnîşan kir ku daraz ji bo her kesî wekhev e û got:
"Terezûya dadê li gorî serwet, unwan yan jî statuya kesî nakêşe; daraz her tim rûmeta mirov û hiqûqê diparêze."
"Gotinên ku rûmeta jinan diêşînin û bi hestyariyên me yên civakî re li hev nakin, kî dibêje bila bibêje, ti carî nayên qebûlkirin. Bilêvkirina van gotinan a di bin navê henek an jî pêkenînê de vê sivikatiya li beramberî jinan û beşeke civakê sivik nake. Em dê li dijî her nêzîkatiya cihêkar a li beramberî rûmeta jinên me û welatiyên me bi biryardarî rawestin."
BASIN AÇIKLAMASI
— İzmir Cumhuriyet Başsavcılığı (@izmir_cbs) June 6, 2026
Bazı basın yayın organlarında yer alan görüntülerde, iş insanı R.K. tarafından sarf edilen ifadelerle ilgili olarak; Cumhuriyet Başsavcılığımızca “Halkın Bir Kesimini Alenen Aşağılama”suçu kapsamında re’sen soruşturma başlatılmıştır.
Kamuoyuna duyurulur.
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê jî têkildarî mijarê daxuyanî daye û gotiye:
“Hin dîmen di dezgeh û weşanên çapemeniyê de hatine weşandin û karsaz R.K. di wan dîmenan de hin gotinan dibêje. Têkildarî wan gotinan Serdozgeriya me ya Komarî bi tohmeta ku “Bi eşkereyî beşek ji gel piçûk xistiye” lêpirsîn daye destpêkirin.”
Rahmî Koç çi gotibû?
Karsaz Rahmî Koç di vekirina nexweşxaneyê de bi zimanekî nijadperest û zayendperest jinên Kurd hedef girtibû.
Rahmî Koç gotibû:
“Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”
Rahmî Koç lêborîn xwest
Piştî ku ev gotin li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşanî Rahmî Koç da. Koç ji ber gotinên xwe yên ku bûn sedema rexneyan lêborîn xwest.
Koç Holdingê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya wî parve kir.
Rahmî Koç di daxuyaniya xwe de got:
"Ez ji bo gotinên xwe yên ku ne niyeta min bû nasnameyekê bikim armanc, ji dil lêborînê dixwazim.
Ez dixwazim xemgîniya xwe jidil parve bikim."
(EMK/ AY)