Rahmî Koç bi nêrîneke nijadperest heqaret li jinên Kurd kir
Karsaz Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt. Jinên ku bertek nîşanî Koç dan. Ji koç hate xwestin ku lêborînê bixwaze.
Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç li Balçovaya Îzmîrê di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî de heqaret li jinên Kurd kir. Kêliya ku Rahmî Koç heqaretê li jinên Kurd kir, Serokwezîrê AKPyî yê berê Bînalî Yildirim jî dikene.
Piştî ku ev dîmenê Rahmî Koç ê nijadperest li ser medya dîjîtal belav bû, gelek kesan nerazîbûn nîşan da û ev yek wek nijadperestiya li hemberî Kurdan şîrove kir. Di nerazîbûnan de ji Rahmî Koç hate xwestin ku divê i gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Rahmî Koç di axaftina xwe de gotibû:
“Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”
"Em gotinên zayendperest, kolonyalîst û nefretê qebûl nakin"
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:
"Em bi tevahî gotinên zayendperest, kolonyalîst û nefretkar ên ku li dijî jinên Kurd in, ku di bin navê 'henek' de ji hêla Rahmi Koç, Serokê Koç Holding ve di vekirina nexweşxaneyekê li Îzmîrê de hatine parvekirin, qebûl nakin. Ev gotin ne berhemeke tenê ya 'mîzah'ê ne; ew îfadeya zimanî ya zîhniyeteke leşkerî, nijadperest û feodal-kapîtalîst in ku bi sedsalan bi îstismara beden û nasnameyên jinan ve hatiye domandin. Jinên Kurd ji hêla polîtîkayên kedxwariyê ên sîstematîk ve li ser bingeha ziman, nasname û hebûna wan têne hedefgirtin. Ev zîhniyeta baviksalar ku armanc dike tenduristî, nepenî û hişmendiya jinan xirab bike, careke din perspektîfa xwe ya qirêj a li hember jinên Kurd eşkere kiriye. Ev daxuyanî, ku di bin navê 'henekan' de têne hilberandin, ji hewldanek zîhniyeta serdest a ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê û îradeya pêşeng a jinên Kurd di berxwedana civakî de tiştek din nine.
Tevgera jinên Kurd bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ya ku îro jinên cîhanê îlham digire, Li hemberî her cure zîhniyetên paşverû, zayendperest û monîst barîkata herî xurt e. Ev zimanê mêranî yê ku hewl dide me qels bike, tenê bazdanek e ji bo veşartina rizîna xwe. Cihê bûrjûwazî û nûnerên wê yên mêr ên ku keda gel îstismar dikin, di heqareta jinên vî gelî de nîne! Em bang li Rahmî Koç dikin ku demildest ji hemû jinên Kurd lêborînê bixwaze. Di bin navê mîzahiyê de tu sermaye û navenda hêza mêr nikare rûmeta jinê bike hedef."
"Encama polîtîkayên cudakar ên desthilatdariya mêran e"
Meclisa Jinan a DEM Partiyê destnîşan kir ku ev yek nişan dide ku desthilat û sermayedar bê çawa di ser dijminatiya li hemberî Kurdan û jinan çawa xwe xwedî dikin û got:
"Di vekirina nexweşxaneyekê li Îzmîrê de, gotinên zayendperest ên ku di bin navê mîzahê de ziman, nasname û bedena jinên Kurd hedef digirin, encama polîtîkayên cudakar ên desthilatdariya serdest a mêran in. Ev nîşan dide ka hikûmet û sermaye çawa bi rêya nefretkirina jinan dijminatiya xwe ya li hember Kurdan xurt dikin. Em ê tu carî nehêlin ku nijadperestî û zayendperestî di bin navê mîzahê de were rewakirin."
Endama heyeta Îmraliyê û parlamentera Wanê Pervîn Bûldanê jî destnîşan kir û got: "Qet fedî û ar tune ye. Rezalet e.
Eren Keskînê wiha bi lêv kir: "Ev bêşermiya burjuvaziya ku bi kûr ve piştgirî lê hatiye kirin e ku wekî di her mijarê de, bi saya milkên ku di dema qirkirinê de hatine desteserkirin dewlemend bûne. Hûn rezîl in."
(AY)