Min Kasim Taşdogan cara pêşîn bi strana ‘Nav Şêrîna Min’ ku helbesteke Cegerxwîn e di vîdeoyeke li ser YouTubeê de nas kir. Wî stran bi gîtara xwe ya akustîk, di cihekî sade de bi dengekî pir bi hêz û bi bandor distira. Paşê hîn bûm ku ew der kafeya wî bixwe ye.
Piştre ez rastî strana “Rê” hatim ku di sala 2021ê de derketibû. Ev stran, wergera helbesta Turgut Uyar a bi navê “Yokuş Yola” ye. Di vê stranê de ziman giraniyeke cûda bi dest dixe û wê dilzîzî û hestgermiya ku di tirkî de nade avakirin, di kurdî de ava dike.
Muzîka Taşdogan, wekî derbirîna îsrarekî hebûnê û wekî şiyana muzîkê ya avakirina hevalbendiyê dikare were xwendin; tam ji ber vê yekê, muzîka wî ji hilberînekî hunerî wêdetir, di têkoşînê de dibe dengê biryardariyê û dengê hêviyê. Darizandina wî ya ji ber stranên wî û ji ber “propagandaya rêxistinê”cezakirina wî, helwesta wî ya polîtîk a di muzîkê de jî nîşan dide.
Piştî êrîşên li ser Rojava, stranên ku ruhê berxwedanê zindî dihêlin careke din belav bûn. Ev yek nîşan dide ku di têkoşîna Kurdan de muzîk ne tenê amûreke derbirînê ye; di heman demê de hêzeke birêxistinker e û bîra kolektîf zindî dihêle. Di vê pêvajoyê de stranên Taşdogan jî pir hatin parvekirin. Bi vê boneyê, mebesta vê hevpeyvînê ew e ku em bi Kasim Taşdogan re li ser bandora polîtîkayê ya li ser muzîkê û rewşa hunera Kurdî ya îro rawestin û bi hev re li ser van mijaran bifikirin.
Di wan qonaxên ku ziman lê qedexe bû û dihat xwestin ku ji qada giştî were tunekirin de; muzîka kurdî bû şêwazekî bîr, rêxistinbûn û berxwedanê. Gava em li vê paşxaneya dîrokî binêrin, gelo bi nêrîna we di muzîkê de tişta ku “polîtîk e” li ku derê dest pê dike? Gelo ma ev polîtîkbûn di sekna hunermend de an di naveroka gotinê de ango di têkiliya ku muzîkê bi cîhanê re ava kiriye de derdikeve holê?
Bi qasî ku ez dizanim, dîroka destpêka muzîkê tune ye; yanî em dizanin ku muzîk bi qasî mirovahiyê kevn e. Em dikarin bibêjin; muzîk şêwazekî derbirînê ye ku bi geşedana zimên re hevrast bipêş ketiye û di destpêkê de bi terane û nîdayan, piştre jî bi enstrûmanên lêdanê û pifkirinê hestên wekî şahî û şînê bi bandortir kiriye. Paşê jî wekî ‘huner’ hatiye pênasekirin. Gava em bi vî perspektîfî lê binêrin, ez têgeha ‘muzîka bi kurdî / kurdî’ sînordarkirî dibînim. Wekî her gelekî, neteweyekî muzîka Kurdan jî heye û ez tercîh dikim ku jê re bibêjim ‘Muzîka Kurdan’. Lê belê ji bo cureyên muzîkê meriv dikare têgeha ‘bi kurdî/kurdî’ bikar bîne. Wekî ‘rap, rock yan jî R&Bya kurdî.
Heke em di çarçoveya vê pênaseyê de binirxînin; ji bo ku muzîk pênaseyeke folklorî derbas bike û bibe polîtîk, divê yan li ser wê civaka ku muzîkê dike gefek hebe yan jî berovajî vê, ew bi xwe ji bo hebûna çandî ya civakeke din bibe gef. Loma jî, şansê me çênebû ku em têgehên weke “muzîka polîtîk a îngilîzî, muzîka şoreşgerî ya almanî yan jî stranên şoreşgerî yên tirkî” ji bo Kurdan bikar bînin!
Ji ber ku rewatiya hiqûqî ya Kurdan bi hezaran sal in nehatiye sazkirin, Kurdan jî hemû hilberînên xwe yên çandî bi hesreta wê rewatiyê afirandine. Ev yek jî muzîka Kurdan ji derveyî naverokê, dike muzîkeke bi temamî polîtîk. Yanî, wekî ku we di pirsê de jî diyar kiriye, qedexebûna ziman û bêparhîştina ji qada giştî îro jî didome. Ji ber vê yekê, hunermend kî be û mijara stranê çi dibe bila bibe; muzîka Kurdan bêyî daxwaza Kurdan jî, bi serê xwe wekî encameke polîtîk dikeve nav jiyana me.
Em dibînin ku di nav zext û pevçûnên van salên dawî de gelek stran careke din bûn rojev; her wiha bi taybetî di demên wisa de hin stranên we jî derdikevin pêş. Ev rewş ji bo we tê çi wateyê? Hûn di navbera muzîka Kurdan û ‘heqîqetê’ de têkiliyeke çawa dibînin?
Gelek salan û heta niha jî, Kurdeyatî yan wekî tiştekî pevxistî hat vegotin yan jî di rewşa herî baş de wekî amûreke 'lihevkirinê' hat dîtin. Dewletên serdest wisa fikirîn ku; heke ew çanda xwe wergerînin zimanê Kurdan, wê hêsantir bikaribin fikrên xwe di nav wan de belav bikin. Loma destûr dan Kurdî, lê ne wekî zimanekî azad; tenê wekî rêbazekî ku Kurd wan replîkên serdestan ji ber bikin û ji cîhana xwe ya ramanê dûr bikevin. Bi vî awayî, Kurdî ji cîhana raman û wateyê hat qutkirin û tenê wekî rêbazeke ji bo jiberkirina gotinên serdestan hat dîtin. Em dikarin bi heman çavî li Mewlûda Kurdî ya piştî Îslamiyetê jî li TRT6a niha jî binêrin. Ev yek, li şûna ku Kurdayetiyê weke çand an jî neteweyekê nas bike, zêdetir wekî rêbazekê tê bikaranîn da ku fikrên serdestan hêsantir belav bibin. Mînak; beriya 15 salan li kanalên herî neteweperest ên Tirkiyeyê, Grup Yorum dikaribû marşên wekî ‘Herne Pêş’ bistira; lê di 10 salên dawî de, li Tirkiyeyê Grup Yorum nikare stranên bi tirkî jî bistirê. Lê belê, tenê di wê astê de destûrê didin Kurdî ku zirarê nede îdeolojiya serdest. Wekî ku min di pirsa destpêkê de jî got; muzîka Kurdî her wext polîtîk e. Îro ji ber ku nifûsa Kurdan pir zêde bûye, mecbûr mane ku hebûna Kurdî qebûl bikin; lê dîsa jî Kurdî tenê wekî amûrekê dibînin ku çanda serdest pê were wergerandin.Zêdetirî 10 salan e ku hem desthilatdar, hem jî ew koma Kurdên ‘sterîl’ (bêsiyaset) ên ku desthilatê karîbû wan îkna bike, tenê bi wê yekê razî dibin ku tiştek ‘bi kurdî’ be. Lê belê di wan 50 salên dawî de ku asîmilasyon gihîştiye asta herî bilind, muzîk wekî gelek qadên din, her dem wekî avaniyeke polîtîk hebû. Loma jî, ev hesreta ku van demên dawî ji bo muzîka polîtîk çêbûye, ji vir tê.
Yanî li dijî wê feraseta ku dibêje Kurdayetî sîmulasyoneke bêçand e û Kurdî jî wekî ‘Esperanto’ tiştekî çêkirî ye; hesreta ‘vegera li cewherê xwe’ derket pêş. Ez demeke dirêj e di konserên xwe de dibêjim ‘hêvî dikim rojek were û em stranên pûç û vala bibêjin.’ Ez vê yekê di vê wateyê de dibêjim: Bila pirsgirêkên me yên hebûnê çareser bibin û em jî naveroka stranên xwe ji vê barê rizgar bikin. Lê hîn ne pirsgirêkên hebûnê çareser bûne, ne jî em amade ne ku stranên wisa bibêjin. Par me tenê bi vê motîvasyonê straneke Reggae çêkir lê stran nehat hezkirin. Ji ber ku Reggae ne bi xemgîniyê, bi kêfxweşiyê re têkildar e.
Kevneşopiya dengbêjiyê, helbest û bîra polîtîk
Kevneşopiya dengbêjiyê di salên dawî de di nav şêwazên cuda yên muzîkê de ji nû ve tê hilberandin. Hûn vê veguhertinê çawa dinirxînin? Gelo avakirina vê kevneşopiyê bi şêwazên nû, zerarê dide bîr / hefizeya polîtîk û rêxistinbûnê, an fersendê dide muzîkê ku hêza xwe ya bangewaziya berxwedanê û rêxistinkirinê bi rengekî din berdewam bike?
Wekî ku min behs kir, muzîka Kurdan her çiqas bi neçarî polîtîk be û ev polîtîkbûn wê ava bike û bi pêş bixe jî; dewlemendkirin û mayîndekirina aliyê wê yê klasîk û kevin pir bi qîmet e. Arşîva çanda Kurdan ji nivîsê bêtir bi deng e û ev arşîva dengî pir kevnar e. Lê ji ber ku derfetên arşîvkirinê kêm bûn, çanda Kurdî ji aliyê dîrokî ve di rewşeke dijwar de ma. Loma, ji nû ve şîrovekirina stranan, di heman demê de derfeteke nû ya arşîvkirinê dide wan. Li aliyê din, ji ber ku ev qad hêsantir e, eleqeya li ser jî zêde dibe. Bestekarî û şîrovekariya muzîkê beşên cuda ne, lê her du jî muzîkjenî ne û di nav xwe de bi wate ne. Ez bawer im ku ev yek zirarê nade muzîka me, berevajî wê, rêya muzîka me vedike. Di vê serdemê de ku civaka Kurd ne tenê çandeke herêmî ye û pêvajoya netewebûnê di asta herî bilind de dijî; heke ronahî û xurtbûna wê ji muzîka wê ya kevnar were, bila bi xêr bê.
Li vir dixwazim vê jî bêjim; di salên 90î de, di wan demên ku muzîka Kurdan a polîtîk herî zêde geş bû de, gava leşkeran bi ser gundan de digirt, me kasetên xwe yên polîtîk li ser kasetên tirkî yan jî kasetên dengbêjan tomar dikirin. Ji ber ku dema li ser etîketa kasetê navê dengbêjekî hebûna, ew kaset wekî sûc nedihat dîtin.Tiştekî îronîk e; îro jî em hunermendên ku muzîka polîtîk çêdikin yan jî berhemên nû çêdikin, wan klamên dengbêjan wekî ‘vitrînekê’ yan jî ‘maskeyekê’ bi kar tînin. Em him ji bo rewatiya hiqûqî, him jî ji bo ku hêsantir bigihîjin girseyan, xwe didin pişta wan klaman. Jixwe mafekî wî/wê yê bi vî rengî li ser muzîka Kurdan heye.
Ez wisa difikirim ku, wergera kurdî ya helbesta Turgut Uyar a bi navê “Yokuş Yola” (Rê), ji bo gelek kesan weke rûbirûbûneke karesateke bû. We di hevpeyvîna xwe ya Politikartê de gotiye: ‘Bestekirina helbesta Turgut Uyar hinekî reaksiyonel bû.’ Di vir de mebesta we çi bû, hûn dikarin hinekî din behsa vê bikin?
Beriya her tiştî, ne hedê min be jî, divê ez bibêjim ku ew helbesteke pir xurt û baş e. Bandora helbestê bi zimanê wê yê orîjînal jî li ser min pir zêde ye; tevî ku ez pir ji helbestê fam nakim jî. Helbet ev berteka ji bo besteyê ne li dijî Turgut Uyar e. Mebesta min ev e: Turgut Uyar bi salan leşkerî kiriye, bavê wî jî leşkerekî teqawidbûyî bû. Jixwe destpêka helbestvaniya wî jî di bin bandora îdeolojiya serdest de bipêş dikeve. Dema ku tu saziya leşkeriyê bixwe, bi têgehên “Kurd û Kurdistan”ê re bînin berhev, di bîra Kurdan de ev rûbirûbûn qet ne tiştekî wisa nerm û naîf e.
Loma jî, di wê helbestê de metaforên erênî û nerênî yên mîna “dewlet kî ye, rêbir kî ye, stirî kî ye, gul kî ye” di nava îmajên diyar û ne diyar de derbas dibin. Di heman dîrokê de, heke rewşenbîrekî Kurd bixwesta xwe bi wan pênase û têgehan derbibire, cezayê wî girtina heta hetayê bû. Yanî ew îmtiyaza ku neteweya şair bêyî daxwaza wî be jî dayê, dikaribû ji bo ronakbîrekî Kurd bibe fermaneke mirinê. Ez bawer dikim ku ev rewş hêjayî bertekeke rastîn e. Lê wekî ku min got û ji axaftina min jî diyar e; ev berteka min ne li dijî Turgut Uyar bi xwe ye, li dijî wê yekê ye ku em nikarin bigihîjin şert û mercên mîna yên wî. Lê belê, ev nayê wê wateyê ku ew helbest ji bo bestekirinê ne berhemeke bêhempa ye. Ez bi kirina vê xebatê pir kêfxweş im. Piştî ku stran hat weşandin, rexnegirekî muzîkê gotibû: “Helbestê zimanê xwe dîtiye.” Ez jî wisa bawer dikim ku min jî dest danî ser wê helbestê û ji bo muzîka Kurdan anî nava malê.
Madem me behsa helbestê kir; strana ‘Xwebûn li te tê’ bi şêwazê helbestê ye û berhemeke xurt e ku fikra hebûnê daniye navenda xwe. Her çiqas gotinên stranê wisa xuya bikin ku mirov danîne navendê jî, hebûneke ku ji erdnîgarî, asîman û axê qut be xeyal nake. Ji aliyekî ve bi hêvî ye. Ji aliyê din ve, mînak strana ‘Vîna Sor’ dîsa behsa barbarî û hovîtiyê dike, lê di heman demê de di wê de jî aliyekî bi hêvî heye. Gelo di muzîkê de zindîhiştina hêviyê ji bo we tê çi wateyê? Ev hêvî, bi heqîqeta ku tê jiyîn re têkiliyekê bi çi rengî datîne? Gelo derfetekê ji bo pêşerojê datîne an di nav roja îroyîn de rêyeke berxwedanê ye?
Ez bawer dikim ku hêvî, di nava hestên mirovan de ya herî bi mesref e. Bêyî wê jiyan teqez hêsantir e; heta wisa hêsan e ku mirov pê nahese ka dijî yan na! Ji bo ku mirov ji hebûneke biyolojîk wêdetir biçe, hunera yekem a ku hîn dibe hêvî ye. Ez di her stran, klîbekî xwe de, qet nebe carekê behsa hêviyê dikim. Heta carinan hin hevalên ku gotinên stranan ji min re dişînin, heke tê de hêvî tune be, ez red dikim û dibêjim “di vê de hêvî tune”.
Ji bo min hêvî ne neçarî ye, sermayeyek e. Ew nexşeya ku min ber bi yeka din ve dibe ye. Ji ber wê yekê ez li hêviyê ne tenê wekî rêyeke berxwedanê, lê wekî avakirina cîhana wateyê û wekî “xwebûnekê” mêze dikim. Tenê di strana “Mîrate” de ev hest kêm e; tevî ku straneke xurt e jî, ez di gelek konseran de nabêjim. Ji ber ku ez xwe pê nebaş hîs dikim. Her çend stran û klîba wê rast bin jî, ez xwe sûcdar dibînim ku çima min nikarîbû hinek hêviyê lê bar bikim.
Di dawiya stranê de dibêjim; “Ne xezeb û ne nifiran, nakim li we mêtîngeran, ka guh bidin vê hewarê, ava bikin qesra starê” Min digot qey min bi van gotinan hêvî çandiye, lê gava ez bi xwe lê guhdar dikim, ez wê hêviyê hîs nakim.
Şêwazê stranên min û heta enstrûmanên solo yên ku tê de tên bikaranîn jî neşibin hev û ez ji bo vê bi baldar im. Ez nabêjim, “Strana Ziryanim pir hat ecibandin, ka em stranek din bi vî şêwazî çêbikin.” Ji bo ku wê demê tu biryarê nadî, guhdar biryarê dide ka tu yê çi bikî. Lê ez bawer dikim ku di mijara hêviyê de xwedî helwesteke bi aram im. Ez hêviyê ne ji cihekî negatîf û ne wekî tiştekî pir dûr pênase dikim; ez bi wê baweriyê ava dikim ku qey hêvî niha di nav me de ye û hinekî din wê pêk were.
Her çiqas hestên pozîtîf bin jî, têgehên mîna hêvî û berxwedanê di rastiya xwe de tiştên negatîf tînin bîra mirov. Yanî, heke kêfa mirov ne li cih be mirov bi hêvî dibe, an jî heke zilm û zorek li ser mirov hebe mirov li ber xwe dide. Loma ez dixwazim van têgehan ji bin bandora 'reaksiyonê' derxim û bikim têgehên 'aksiyonê'. Ji ber ku ev têgeh ji bo gelên wekî me, demeke pir dirêj e ku her di rojevê de ne. Ez bawer im heke di pêşerojê de di muzîkê de îmzeyeke min hebe, ew ê li ser vê têgeha hêviyê be.
Muzîka Kurdan û astengî
Em hîn jî di serdemekê de ne ku bi tayînkirina qeyûman dest pê kir û bandoreke rasterast li qada çand û hunerê kir. Çalakiyên bi kurdî bi hincetên curbecur hatin astengkirin; muzîka kurdî heta asteke mezin neçar ma ku ji qadên giştî vekişe. Gava em van hemûyan li ber çavan bigirin; li gorî ezmûna we, hilberîna muzîka Kurdan çi qas zihmet bûye?
Rastî ez wisa difikirim ku serdemên wiha yên zextê, hilberînê zêde dikin. Ji bo kesên ku nizanin li ser çi binivîsin, sîstema zextkar naverokeke pir dewlemend pêşkêş dike. Ev yek jî bi awayekî xwezayî berhema ku tê afirandin dike xwedî karakterekî şoreşger. Lê belê ji hilberînê bêtir, ji bo muzîkjenên Kurd xerckirinê zehmet dike û lêçûnan zêde dike. Di konsereke me ya li Mûşê de, gava me strana ‘Rê’ digot, du kesên li rêza pêşî rabûn û çûn. Roja din li ser medyaya civakî peyamek şandin û gotin: “Hevalê li cem min fermanber(memûr) bû, her çiqas me pir bixwesta jî em nekarîn di konsera we de bimînin.”
Bi baweriya min sîstem wisa difikire: Heke ez zextê bikim, mirov wê ji guhdarkirinê bitirsin. Hilberîn hebe jî, wê guhdarkirina wê biha be. Ev yek jî wê bi demê re bibe sedem ku ew huner wekî sûc were dîtin (kriminalize bibe) û ji bo hunermend bibe barekî giran ê madî û manewî, bi vî awayî jî wê tune bibe. Lê di sosyolojiya Kurdan de kar wisa nameşe; çimkî hema bêje tu serdemek tune ye ku tê de çanda Kurdî wekî krîmînal nehatibe dîtin. Sîstem car caran rê li ber wan berhemên ku kêm polîtîk dibîne vedike û rê li ber girseya wan nagire. Lê vê carê jî Kurdayetiya a-polîtîk hêsantir bi gelên din re têkiliyê ava dike û belavbûna wê dibe tiştekî neçar. Di 10 salên dawî de mînakên vê pir çêbûn. Heke mirov bibêje dewletê rasterast piştgiriya filan şêwazê muzîkê yan filan muzîkjênî kiriye, wê neheqî be. Lê belê li ber wan kes û komên ku bêtir folklorîk yan jî sterîl dîtin, nebû asteng ku ew bibin xwedî girse. Ez vê yekê bi taybetî ji bo çalakiyên kurdî yên li bajarên di bin rêveberiya qeyûman de dibêjim. Sîstemê wisa pêşbînî kir ku heke rê ji tiştên folklorîk re veke, bi demê re wê Kurd ji tiştên polîtîk dûr bikevin û tiştên polîtîk bi xwe bikevin ber tengasiyê. Lê vê carê girseyeke mezin a ku ne Kurd in dest bi guhdarkirina muzîka kurdî kirin. Bi vî awayî sîstemê ferq kir ku hunera apolîtîk jî di cihekî de dikeve xizmeta Kurdan. Di encamê de, gelek berhemên kurdî tenê ji ber ku ‘bi kurdî’ ne hatin guhdarkirin. Ji naveroka muzîkê yan şanoyê bêtir, ‘kurdîbûna’ wê derket pêş. Ango zext bi kêr nehat û bi nezanî bû sedema belavbûna çandê.
Lê belê ji bo hunera Kurdî dezavantajeke wisa derxist holê; guhdarkirin û şopandina hunera Kurdî bi awayekî berbiçav êdî ne ji bo her kesî ye, tenê ketiye destê çîneke taybet. Ew kesên ku li malê nikarin ji televizyon yan jî radyoyê guhdar bikin; yên ku ji ber temen, çîn an jî cihê lê dijîn nikarin înternetê bi kar bînin; yên ku ji ber şêwazê jiyanê û dûrbûna ji bajêr nikarin xwe bigihînin çalakiyên kurdî yên bêpere, êdî ji hunerê qut bûn. Hunera Kurdî di nav girseyek teng de ango çîneke teng de asê ma; di nav wan kesên ku derfetên wan hene û dikarin ji bo çalakiyên wisa budçeyê veqetînin, yên ku ne ji aliyê aborî û ne jî ji aliyê şêwazê jiyanê ve ji bo çûna cihên alkollî astengiyên wan nîn in.
Yek ji encamên bingehîn ên destdanîna ser şaredarî û saziyan ev bû: Hunera Kurdî êdî ne hewcedariyeke gel a sereke û bêpere ye; ew kirin malê luks û kêfeke wisa ku tenê çîna dewlemend dikare xwe bigihînê. Lê di vê rewşê de jî, mirov di nav şert û mercên zihmettir de jî li ziman û hunera xwe xwedî derketin. Ez hinek kesan nas dikim ku bi şeş teqsîtan bilêta konserê dikirin.
Li vir ‘şerma piçûk’ a hunermendên Kurd jî ev e: Bêyî ku vê rewşa civakî bibînin, wisa bawer dikin ku ev eleqe tenê ji ber jêhatiya wan a hunerî ye; loma bi 30 kategoriyên cuda bilêtên konseran difiroşin. Ez wisa bawer dikim ku em bi vê rêbaza ‘çanda populer’ ku dibêje ‘heke tu 100 lîre zêdetir bidî, tu dikarî hunermend 5 metre nêzîktir bibînî’ bi zanabûn yan jî bêdilî, xizmeta vê çînîbûnê dikin. Bila ev jî bibe rexneya ku dikeve para me.
Di hawirdoreke ku platformên dîjîtal bi têkiliyên hêza polîtîk û aborî re bûne yek de; muzîka Kurdî dikare belavbûn û serxwebûna xwe çawa ava bike? Gelo hûn rêyeke dibînin ku mirov bêyî neçarî van platforman bibe, hebûna xwe biparêze?
Pêdiviyeke mezin a muzîka Kurdan bi sazîbûnê heye. Mebesta min a ji sazîbûnê, ne siyaset û rêveberiyên herêmî ne. Ez behsa wê sazîbûnê dikim ku walîtî û Wezareta Çandê çi derfetan dide muzîkjenekî Tirk, bila saziyên Kurdan jî bi heman rengî wan derfetan hinekî be jî peyda bikin. Lê ev tiştekî hêsan nîn e. Ez behsa saziyeke wisa dikim ku: Him ji bo konser û aktîvîteyan, him ji bo stûdyo û amûrên teknîkî, him ji bo platformên firotina bilêtan û him jî ji bo belavkarên (distributor) dîjîtal karibe pisporên vî karî bîne cem hev. Saziyeke ku aboriya xwe ya xweser ava bike, di nav bazara azad de li paş pêşbaziyê nemîne, mafê karkerên xwe baş bide û di heman demê de mehkûmî çîna sermayedar (kapîtalîst) nebe.
Ez dizanim gotina vê gelek hêsan e, lê pêkanîna wê jî ne bê îmkan e. Tenê motîvasyon pêwîst e. Heke saziyên çandî yên Kurd vê wekî hewcedariyekê bibînin, ev ji bo destpêkê bes e. Paşê ji bo rêbaz û dabeşkirina karan, mirov dikare kolektîfiyekê ava bike. Em sîstemê nas dikin û em dizanin ku sîstem van derfetan wekî lutfekê nade me. Loma sekinandin û hêviya ‘rojekê wê ev roj derbas bibin’ bêfêde ye. Belkî ne tenê muzîkjenên Kurd, lê herî zêde ew di bin zilma sîstem û çîna sermayedar de dimînin. Li şûna ku em li benda başbûna saziyên ku bi kapîtalîzmê şêwe girtine bimînin, destpêkirina xebatê maqûltir e. Dibe ku mirov bi ser nekeve, dibe ku mirov nikaribe bi zehmetiyan re şer bike; lê ji bo destpêkê tenê motîvasyon bes e. Jixwe ev pirsgirêk îro ji bo muzîkjenên tevahiya cîhanê hene. Ji bo avakirina saziyên ku sînorên neteweyî derbas dikin, mirov dikare bi muzîkjenên gelên din re karên hevpar bike. Di vê serdema kapîtalîzmê ya herî rastgir û nijadperest de, ez behsa utopyayeke bilind û ne mimkun nakim. Lê ez bawer dikim ku niha dema herî baş e ji bo avakirina bingehê vê yekê.
Ez weke şexsî, hewl didim berhemên xwe bi vê perspektîfê amade bikim. Ez dizanim ku ev yek ji bo her kesî ne hêsan e, lê min heta niha hemû xebatên xwe bi rêbaza piştevaniyê kirine. Mebesta min ji piştevaniyê ne ev e ku ez ji kesên dervayî vê qadê yan jî ji saziyan alîkariya madî bigirim; ez behsa piştevaniya muzîkjenên şoreşger û hevalên li dora xwe dikim ku di qonaxên hilberînê de alîkariya min dikin. Dema em berhemên xwe çêdikin, em hema bêje qet pereyan bi kar nayînin. Her kes zanîn û jêhatiya xwe li gorî hewcedariya yê din, bi dilxwazî pêşkêş dike. Min heta niha ji 250î zêdetir konserên mezin û piçûk çêkirin û min tu carî sponsor qebûl nekirin. Jiber ku girêdayîbûna darayî, dijminê azadiyê ye. Dema we berhemên xwe bi vî rengî ava kirin, di dema belavkirinê de jî otokontroleke we ya şoreşgerî çêdibe. Wê çaxê hûn nikarin bêjin, ‘ez ê vî hunerê ku bi keda kolektîf hatiye afirandin bi qasî vê pereyî bifiroşim, wê bihayê bilêtan ewqas be, yan jî ez ê di gelek kategoriyan de bilêtan bifiroşim.
Hêviya pêşerojê ya muzîka Kurdan
Wekî dawî; tiştên ku li Rojavayê diqewimin, careke din hêz û berdewamiya têkoşîna Kurdan nîşanî her kesî da. Ez dixwazim vê heqîqetê bînim bîra we û bipirsim; îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye. Hûn di têkoşîn û di muzîkê de pêşerojeke bi çi rengî dibînin?
Tiştên ku di warê neteweyî de bên serê Kurdan, di heman demê de wê bên serê muzîka Kurdan jî. Piştî êrîşên dawî yên li ser Rojavayê, hema bêje tu muzîkjen nêzîkî meh û nîvekê ye nikarin konseran bidin û stranan biweşînin. Ez vê wekî mexdûriyetekê nabêjim; ev rewşek e ku ji aliyê hestên kolektîf ve mîna her Kurdekî, muzîkjenan jî dixe nava zor û zehmetiyê.
Li aliyê din, carinan em di nav xwe de henekan dikin û dibêjin: ‘Xwedê biparêze, heke tiştekî baş bê serê welat, gelo em ê çawa muzîkê bikin?’ Çimkî gava tu stranên govendê yên folklorîk derxînî ku hinek ji wan jî wisa ne hema bêje hemû muzîka Kurdan li ser ‘rojên reş’ hatine nivîsandin. Wekî gel, xeyalkirina vê yekê ji bo me xerîb e: ‘Heke em azad bibin, em ê çi hilberînin?’ Wekî ku min di destpêkê de jî gotibû; em bêriya wê yekê dikin ku stranên bêwate û yên ku tu xemgîniyê di nav xwe de naxwazin çêbikin! Yan jî dema ku derdên me yên kolektîf kêm bibin, em dixwazin bala xwe bidin ser “takekesî”yê ku me bi sedsalan e ji neçariyê ew îhmal kiriye; em dixwazin bi derdên wî kesî re ku di serî de em bi xwe ne mijûl bibin.
Di warê civakî de, tengaviya ‘hebûn û tunebûnê’ qadeke wisa ye ku azadiyê kêm dike. Dema ku ev tengavî çareser bibe; li derve bi mîlyonan mirov û zindiyên ku hestên wan mîna yên me ne, çi ji gelê me, çi ji gelên din bin li benda me ne. Sînor derbaskirina têkoşîna civakî û berdewamiya wê ya ku we di pirsê de behs kir, di heman demê de ji bo muzîka Kurdî pêşerojeke nuwaze amade dike. Gava ez behsa vê dikim jî ez pir bi kelecan dibim.
Em bi mirovên ku bi gelek zimanên ber bi windabûnê ve diçin re dijîn, ku di serî de Zazakî heye. Ez bawer dikim ku heke em vê dînamîzma têkoşînê û vê hunera muzîkê bigihînin wan deran, em ê di nav malbata mezin a mirovahiyê de berhemên bêhempa biafirînin. Ew qada ku em ê tê de van berheman ava bikin, ji bo min mîna okyanûseke mezin e. Ez di vê mijarê de qet ne romantîk im. Ev heqîqet e û pir nêzîk e. Çimkî îhtîmalên herî xirab hatin ceribandin. Li cîhanê qirkirin hatin kirin; nijad, zayend û cureyên zindiyan wekî ‘xenîmet’ hatin dîtin lê ev ne bûn çareserî.
Nexwe, berê me li azadiyê ye; nexwe, em ê careke din venegerin wan rojên reş û em ê li rojeke nû hişyar bibin. Di rewşeke wisa de, pêşeroja muzîka Kurdan pir geş e û ew rojên xweş pir nêzîk in.
(KT/SA/AY)




.jpeg)


