Înfografîk: Yagmûr Karagoz / bîanet
Fotograf: Hîkmet Akdal / bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê parêzvanên azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê, li dijî gelek rewşên wekî cudaxwaziya karta çapemeniyê ya desthilatê, bêcezatiya tûndkariya polîsan a li dijî nûnerên medyayê û cezayên qutkirina îlanan yên kêfî yên Saziya Îlanên Çapemeniyê (BİK) têdikoşin.
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya di mehên Nîsan-Gulan-Hezîrana 2021an de herî kêm 222 rojnameger di çarçoveya 68 dozên ku di vê qonaxê de çêbûye di serî de “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” di 19 sûcên cûda de di çarçoveya Qanûna Ceza ya Tirk (TCK), Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), Qanûna Saziya Birêxistinkirin û Çavdêriya Bankevaniyê (BDDK) de hatine dadgehkirin.
Di vê qonaxê de li Kocaelî, Samsûn, Dîlok, Osmaniye û Stenbolê herî kêm 9 rojnameger rastî êrişa laşî hatine, 5 rojnameger desteserkirine û 14 rojnameger û 4 karîkaturîst jî bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kirine” hatine dadkirin. Her weha di vê qonaxê de destkeftiyên ku di encama têkoşîna maf ya zihmet de hatine bidestxistin, bûye sedema pêşkevtinên erênî. Beraet kirina rojnameger Mûstafa Sonmez û Cem Bahtiyar ji sûcê ku “heqaret li Serokomarî kirine”, piştî 5 salan dadgehkirina polîsên ku xwestibûn destê nûçegihana berê ya bîanetê Beyza Kuralê ji pişt ve kelemçe bikin, betalkirina maddeya ku rê dida bi KHKyê televizyon bên girtin ji aliye Dadgeha Destûra Bîngehîn ve û tehliyebûna Ahmet Altan û çar rojnamegerên ku bi “endamtiya rêxistinê” dihatin sûcdarkirin di nava nimûneyên van pêşkevtinan de ne.
Rêxistinên maf yên navnetewî jî di nameya hevpara ku ji Ûrsûla von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê û Charles Mîchel, Serokê Konseya Ewropayê re şandiye de xwestine, li dijî Tirkiyeyê bi biryar bin ku ji bo di mafên bingehîn de dawî li paşkevtinê were dema reform dibe mijar Tirkiye êdî baweriyê nade. Her weha Parlamentoya Ewropayê(PE) di rapora xwe ya hatiye pesendkirin de bang li Yekitiya Ewropayê kiriye û gotiye, “Gotubêjên endamtiya tam yên bi Tirkiyeyê re bide sekinandin”
Dozên heqaretê
Di qonaxa Nîsan-Gulan-Hezîrana 2021an de bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” 18 rojnameger bi 84 sal cezayê girtinê hatine dadgehkirin. Di raporê de navên 14 rojnameger (Hakkı Boltan, Mustafa Sönmez, Hüseyin Aykol, Reyhan Çapan, Hasan Başak, Kemal Aykut, Deniz Yücel, Cem Bahtiyar, Engin Korkmaz, Rüstem Batum, Cem Şimşek, Atilla Taş, Ahmet Sever ve Erk Acarer) û çar karîkatorîstan (Ji kovara Charlie Hebdo Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sorurisseau û Alice Petti) derbas dibe. Ji van kesan Hakki Boltan bi hinceta ku heqaret li Serokomar Erdogan û Serokwezîrê bere Davûtoglû kiriye 2 sal û 17 roj cezayê girtîgehê xweriye. Mûstafa Sonmez û Cem Bahtiyar beraet kiriye. Doza ku li Denîz Yucelî vebûye jî nû bû. Di heman qonaxa sala par de hejmara bersûcên ku “heqaret li Serokomarî kiriye” 6 bû, di vê qonaxê de ev hejmar derketiye 18an.
Ji Tebaxa 2014an roja ku Recep Tayyîp Erdogan bûye Serokomar heta 1ê Tîrmeha 2021an herî kêm 65 rojnameger li gorî 299em Qanûna Cezê ya Tirkan(TCK) bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” cezayê girtîgehê, girtina taloqkirî û cezayê pere xwerine.
Li dijî tûndkariya polîsan serhildana “em bêhnê nastînin!”
Di sê mehên dawî de li Kocaelî, Samsûn, Dîlok, Osmaniye û Stenbolê herî kêm 9 rojnameger rastî êrişa laşî hatine. Li Enqereyê du nûnerên medyayê dema doza têkildarî êrişên li dijî jinên trans dişopîne rastî astenkirin û midaxeleya polîsan hatine.
Piştî ku di 27ê Nîsanê de Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê rêbernameya ku tê de girtina dîmenên midaxeleyên polîsan li welatiyan qedexe kiriye weşandiye, tûndkariyekî berbelav ya polîsan di çalakiyên 1ê Gulanê yên li Stenbolê û di dema Meşa Rûmetê de ku di 26ê Hezîranê de çêbûbû, hatiye dîtin. Gelek rêxistinên pîşeyî yê rojnamegeriyê bêcezatî û tûndkariya polîsan ya ku piştî desteserkirina Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotografan yê AFPyê zêde bûye li Enqere, Stenbol û Îzmîrê bi çalakiyên girseyî û bi dirûşma “Em bêhnê nastînin” protesto kirine. Bulent Kiliç bi awayê ku destê wî ji pişt ve kelemçekirî û pê li stûyê wî û pişta wî hatibû kirin, desteser kiribûn.
Piştî ku pevçûnên di navbera Felestîn û Îsraîlê de destpêkiribû, koma ku xwe weke “Eniya Sîber-ÎBDA” bi nav dikir êrişî malpera înternetê ya rojnameya Şalomê ku tekane rojnameya Musewiyane li Tirkiyeyê, kirine. Piştî midaxeleya Îsraîlê ya li ser Mescîda Aksayê û êrişa li dijî Gazzeyê dema ku xwenîşandan dewam dike Nesî Altaras, edîtorê malpera Avleramozê ji ber ku mûsewî bûye li ser twîtterê rastî êrişên antîsemîtîst û nijadperestî hatiye.
Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîrana 2021an de herî kêm 5 rojnameger di serdegirtinên malên wan de û di dema şopandina nûçeyê de hatine desteserkirin. Rojnamegerekî jî rastî hewldana desteserkirinê di serdegirtina mala xwe de hatiye.
Rojnamegerekî li meşa Hefteya Rûmetê li Taksîmê di dema şopandina nûçeyê de rastî êrişa laşî ya polîsan hatiye. Rojnamegerekî bi hinceta ku derbarê wî de biryara zeftkirinê heye, du rojnameger dema daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî Doza Kobaniyê di 26ê Nîsanê de li Rêxistina Stenbolê ya HDPê dişopîne û rojnamegerekî jî di serdegirtina mala xwe de hatiye desteserkirin. Rojnamegerekî ji bo ku îdiayên gendeltiyê yên di Şaredariya Osmaniyê de çêbûye, kiriye rojev bi ser mala wî de girtine.
Bêcezatî: Têkoşîn sext e, lê encam nîne
Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîrana 2021an de rojnamegerên ku hatine derp kirin û bi awayekî neheq hatine girtin li dijî bêedaletî û neheqiyê tekoşînekî sext birêvebirine. 6 sal berê sê polîsan tûndkarî li Beyza Kûral, nûçegihana berê ya bîanetê kiribûn lê belê piştî biryara Dadgeha Destûrî li wan polîsan doz hatiye vekirin. Her weha li piştî Hilbijartinên Herêmî yên 2019an Yavûz Selîm Demîrbag, nivîskarê rojnameya Yenî Çagê di nava kolanê de rastî êrişê hatibû lê piştî salan doz li kesên êrişkar hatiye vekirin. Ev bûyerana astengî û zihmetiyên lêgerîna li maf li Tirkiyeyê dide nişandan.
Herî dawî Bulent Kiliç, nûçegîhanê AFPyê dema xwestiye 19em Meşa Rûmetê li Taksîma Stenbolê bişopîne polîsan destê wî ji paş ve kelemce kiribû, pê li stûyê wî û pişta wî kiribû ew desteser kiribûn. Kiliçî ji ber vê yekê giliyê polîsê berpirs kiriye.
12em Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê biryar daye û gotiye, rojnameger Mûstafa Sonmezê ku 32 sal in xwediye karta çapemeniyê ye mafdar e. Bi berdewamî karta Sonmezî nû nedikirin û paşgo dikin. Rojnamegerên weke Nadîre Mater, Aydin Engîn û Kazim Guleçyuz ji bo ku karta xwe ya çapemeniyê ya domdar dîsa bigirin li dijî Serokatiya Ragihandina Serokomariyê têdikoşîna maf didin.
Sedat Peker ku bi seroktiya komeke mafyayê tê tohmetkirin ji destpêka Gulanê ve bi rêya vîdeoyan daxuyanî dide. Daxuyaniyên Pekerî carekî din bêcezatî û rola dewletê ya di dozên Ûgûr Mûmcû ku di sala 1993an de di encama êrîşeke bombeyî de hat kuştin û Kûtlû Adali yê di sala 1996an de li Bakurê Qibrisê hatibû kuştin aniye rojevê.
Cezayên qutkirina ilandayînê
Ji sedî 90ê saziyên medyaya netewî di bin kontrola desthilatê de ye. Derketiye holê ku di sala 2020an de bankeyên dewletê tu reklam nedaye rojnameyên weke Korkusuz, BirGun, Evrensel, Karar, Cumhuriyet, Millî Gazete, Sozcu, Yeniçag, Yenîi Asya û Yenî Mesajê. Ev rojnameyana ji sedî 10ê medyayê temsil dike û desthilatê rexne dikin.
Sansur
di qonaxa Nîsan-Gulan- Hezîranê de Dadwerên Cezayên Sulhê herî kêm 24 nûçe ku di malperên rojnamegeriyê yên onlîne de hatiye weşandin û gelek tweetên rojnamager Erk Acarer asteng kiriye. Di vê qonaxê de tweetê Engelli Web, malpera Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê bûye hedefa sansüre.
Hesabên Înstagram, Twîtter, YouTube û hin vîdeoyên Sedat Peker ku bi seroktiya komeke mafyayê tê tohmetkirin bi hinceta ku “ji bo parastina sîstema giştî û ewlekariya millî” hatine astengkirin.
Ji sala 2014an pê ve nûçeyên cuda yên li ser Bîlal Erdogan, kurê Serokkomar Erdogan, Şîrketa SADATê ya ji aliyê generalê teqawitkirî û şêwirmendê bere yê Recep Tayyîp Erdogan Adnan Tanriverdî ve hatiye avakirin, Alîkariyên ÎHHê ku di nava îdiayên Pekerî de ne, îdiayên derbarê rojnameger Yeldana Kaharman ku li Elezîzê bi gumanbarî miribû û îdiayên têkildarî rayedara Jinan a Bajarê Stenbolê ya AKPê Magnolia Demiroren Tekin, hatiye qedexekirin.
Qeyrana “Medya-siyaset-mafya”yê
Sedat Pekerê ku bi seroktiya komeke mafyayê tê tohmetkirin îdia kiribû ku Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bi rêya rojnamegerekî pêyam jê re şandiye û gotiye “vîdeoyê nû belav neke, em vê mijarê bigirin” Piştî van îdiayan Hadî Ozişik têkildarî îdiayên navbeyînkariye gotibû “ Kê weha kiriye bêşeref e” û Pekerî jî videoya hevdîtinê belav kiribû. Kesên navên wan di gotinên Pekerî de derbas dibû yên weke Veyîs Ateş, pêşkeşkarê HaberTurk TVyê jî weke Ozişik ji endamtiya TGCyê hat derxistin.
Dadgeha Destûra Bingehîn
Di qonaxa Nîsan-Gulan-Hezirana 2021an de Dadgeha Destûrî di serlêdana rojnameger Hayko Bagdatî de îdare bi 9 hezar û 150 TL tezmînata menewî ceza kiriye. Di vê qonaxê de Dadgeha Destûra Bingehîn maddeya ku bi KHKyê rê li ber girtina televizyona vedikir, betal kiriye. Bi vê qanûnê 5 sal berê Hayatin Sesî TV û IMC TV jî di nav de gelek televizyon hatibû girtin.
Lêbelê Dadgeha Destûra Bingehîn rayeya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê pejirandiye ku dikare xwe bigihîne hemû agahiyên têkildar ên hemû welatiyan ji sazî û rêxistinên giştî yên dewletê. Dadgeha Destûrî bi vê biryarê EIB bi bingeheke weha afirandiye ku eger xerap were bikaranîn, dikare xeteriyê li ser ewlekariya rojnamevanan çêbike.
Cezayên DMMEyê
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) di sê mehên dawî de di çarçoveya serlêdanên têkildarî girtina 5 rojnamegeran ku di sala 2016an de di dema hewldana darbeyê de hatibûn girtin û di 7-25ê Kanûna 2013an de di çarçoveya serlêdana rojnamagerî din ku têkildarî qedexekirina weşana nûçeyên derbarê lêpirsîna “gendeltiyê” kul i parlamentoyê li dijî 4 wezîran hatibû destpêkirin, 82 hezar û 990 Euro(792 hezar û 250 Lîreyê Tirk) ceza li Tirkiyeyê biriye.
DMMEyê di serlêdanên têkildarî girtina piştî hewldana darbeye ya Ahmet Altan, Murat Aksoy, Tunca Ogreten, Mahir Kanaat û Alî Bulaç bi sedema ku “bi kêfî girtiye” û “Azadiya xweîfadekirinê binpê kiriye” bi ser hev 81 hezar û 490 Euro cezayê tezmînatê li Tirkiyeyê biriye. Her weha di serlêdana rojnameger Banû Guvenê de jî hezar û 500 Euro ceza li Tirkiyeyê biriye. Guvenê qedexeya weşana nûçeyên têkildarî gendeltiyê biribû DMMEyê.
RTUK: Ceza li dezgehên medyayê birî
Di qonaxa Nîsan-Gulan-Hezirana 2021an de Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) ji ber weşanên nûçe, film û programan 46 cezayê pereyan û 20 roj cezayê sekinandina programan li kanalên TVyan biriye. Her weha 1 cezayê pere yê îdarî li radyoyan biriye. Li ser hev 11 milyon û 300 hezar û 617 TL cezayê pereyan li kanalên tvyan biriye. 6 hezar û 732 TL jî cezayê pere yê îdarî li radyoyan biriye.
Di sê mehan de çar kes bêkar mane
Bulent Aydemîr, Nûnerê Enqereyê yê HaberTurk TVyê ku piştî di weşanê de behsa pêşnûmeya Qanûna Bingehîn a ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatibû aşkere kirin, kiriye bûye hedefa MHPê û ji kar hatiye derxistin. Kurşad Ogûz, derhênerê weşana giştî îstifa kiriye. Ozge Mûmcû Aybars, keça rojnameger-nivîskar Ûgûr Mûmcû û Erînç Yeldan, aborînas û kunciknivîs aşkere kirine ku wan ji ber ku rojnameya Cûmhûriyetê li dijî sûcdarkirinên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî “Derhêneriya weşanê ya Can Dundarî” ji xwe re kiriye mertal, dest ji kar berdane.
(SA/EO/NO/AY)