Wêne: Bianet/Hikmet Adal
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Projeya Çavdêrîya Xwedîderketina Medyayê (Media Ownership Monitor- MOM), balê dikşîne ser nîşaneyên li Tirkîyeyê yên ku ji bo pirrengîya medyayê xeternak in. Ronahîyê dide ser vê xalê. Ji ber ku li Tirkîyeyê hîn jî xwedîvanîya medyayê di destê komeka diyarkirî de ye ev yek mînakeka girîng e ji bo projeya MOMê.
Ji bo gihîştina nûvekirinên MOM Türkiyeyê bitikînin
Me nûvekirinên MOMê di navbera dîrokên Sibat-Çiriya Paşîna 2021an de temam kirin û deh rojname, radyo, kanalên TVyê û portalên nûçeyan li gorî parvekirina şopîneran rêz kirin.
Deh medyayên sereke
Rojname: Sabah (Kalyon), Sözcü (Koma Estetîk a ku dewrî BEME MEDIA A.G.yê bûyî), Hürriyet (Demirören), Posta (Demirören), Türkiye (İhlas), Milliyet (Demirören), Akşam (Türk Medya), Yeni Şafak (Albayrak), Takvim (Kalyon), (Açık Mert) Korkusuz (Koma Estetîk a ku dewrî BEME MEDIA A.G.yê bûyî).
Kanalên radyoyê: Kral Fm (Doguş), TRT (Dewlet), Radyo 7 (Hayat Görsel Yayıncılık), Radyo A Haber (Turkuvaz), Radyo D (Demirören), Show Radyo (Show Radyo Yayıncılığı), Radyo 1 (Dewlet), TRT RADYO HABER (Dewlet), NTV Radyo (Doğuş), Habertürk Radyo (Ciner)
Kanalên televîzyonê: ATV (Kalyon), FOX TV (Fox Yayıncılık), Show TV (Ciner), Kanal D (Demirören), Star TV (Doguş), TRT 1 (Dewlet), Kanal 7 (Hayat Görsel Yayıncılık), TRT HABER ( Dewlet), Beyaz TV (Beyaz Televizyon Yayıncılık), A Haber (Kalyon)
Portalên nûçeyan : hurriyet.com.tr (Demirören), sozcu.com.tr (Koma Estetîk a ku dewrî BEME MEDIA A.G.yê bûyî), milliyet.com.tr (Demirören), Sabah.com.tr (Kalyon), mynet.com (Mynet Yayıncılık), haberturk.com (Ciner), haber7.com (Hayat Görsel Yayıncılık), onedio.com (Onedio Yayıncılık), internethaber.com (İnternet Haber Yayıncılık), takvim.com.tr (Kalyon)
Em di databasa serhêl a MOM 2020ê de, awayê lêhûrbûn û xwedîtîyê ya 40 sazîyên medyaya neteweyî yên li Tirkîyeyê nîşan didin. Bi daneyên MOM 2020an a Tirkiyeyê ku di sala 2020an de di endeksa Azadîya Çapemenîyê de di rêza 154an de ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de cih digire, em profîlên takekesî yên xwediyên medyayê yên herî hêzdar ên di warê parvekirina temaşevanan de pêşkêş dikin. Herweha, em analîzeka li ser têkiliya di navbera şîrketên medyayê û hêzê de (aborî û siyasî) pêşkêş dikin.
Me kîjan dane bikar anîn?
Ji bo para beşdarîya şopîneran,
● Me serî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CİMER) da, ji bo daneyên tîraja rojnameyan ya salane ya sala 2020an, bi bersiva Daîreya Teknolojîyên Agahdarî û Ragihandinê ev dane bi kar anîn,
● Ji bo deh kanalên televizyonê yên ewil, Lêkolînên Şopandina Televîzyonê A.Ş. yê (Televizyon İzleme Araştırmaları- TİAK) daneyên navînî yên sala 2020an,
● Daneyên Organîzasyona Pêşveçûn û Weşana Karûbarên Guhdarîkirina Radyoyê A.Ş.yê (Radyo Dinleme Hizmetleri Organizasyon Tanıtım ve Yayıncılık A.Ş- RİAK) ên Kanûna Paşîna sala 2020an,
● Me ji lîsteya Gemius Türkieyê, ya di nav deh malperên nûçeyan de yên herî zêde hatin tikandin sûd wergirt, lîsteya ku navîniya çaryeka dawî ya sala 2020an nîşan dide.
23 ji 28 xwediyên şîrketan mêr in
Dema me profîlên xwediyên medyayê yên li MOMê di warê wekheviya zayendî de nirxandin, me dît ku ji 28 xwediyên medyayê tenê 4 jin hevparên şîrketên malbatê bûn û jinek jî di lijneya rêvebiriyê de cih digire. Meltem Oktay di Koma Demirörenê de ye; Deniz Şahenk û Filiz Şahenk di Koma Doğuşê de ne; Ayşe Dilvin Öner hissedareka İhlas Holfingê ye. Didem Cîner jî cîgira serokê lijneya rêvebir a Ciner Holdingê ye.
Çima gihîştina daneyên zelal ev qas dijwar e?
Li gorî sala 2018an, em dikarin bibêjin ku ji bo MOM 2020an, Qanûna Parastina Daneyên Kesane û pratîkên wê di vekolîna profîlên xwedaniyê de me dixe nav tengasiyekê.
Agahiyên di der barê komên medyayê de gelek caran ji Rojnameya Qeydê ya Bazirganiyê tên wergirtin, li ser navnîşana ticaretsicil.gov.tr ê. Motora lêgerînê ya Rojnameya Qeydê ya Bazirganiyê rê nade lêgerîna rasterast a navê keseka/î rastîn; Lêbelê di malpera Odeya Bazirganîyê ya Stenbolê (İTO) de ev yek pêkan e (Ji bo şîrketên qeydan wan li Stenbolê heye re), ger hejmara komarîya Tirkîyeyê ya wî/wê kesî/ê û nav û paşnavê wî/ê kesî/ê bê zanîn. Di dema nûvekirinên MOM Turkey 2018an de ev qeyd tenê bi agahdariya nav û paşnavê dihatin peyda kirin.
Di dema 2016&2018an de rûpela banqeya agahîyan a İTOyê
Piştî nûvekirinên MOM 2020an rûpela banqeya agahîyan a İTOyê
Ji sala 2020an pê ve, li gorî Qanûna Parastina Daneyên Kesane, lêgerîn bi lêzêdekirina Hejmara Komara Tirkîyeyê (TC) li fonksiyona "Şirîk/Lijneya Rêvebir/Lêgerîna li gor rayedar’’ li motora lêgerînê ya İTOyê zêde bûye û mecbûrî bûye. Hejmarên TCyên (Komara Tirkîyeyê) kesên ku têne zanîn ku bi şîrketan re têkildar in di tomarên kevn ên Rojnameya Qeydkirina Bazirganiyê de têne peydakirin, lê ji bo ku hûn bigihîjin van agahiyan dibe ku hewce be hûn yek bi yek li hemû qeydan bikolin. Ango, bidestxistina daneyan hewldaneka mezin divê. Di pêwendiya telefonê ya ku me kir de, İTOyê ji me re diyar kir ku ew Hejmara Komara Tirkîyeyê (TC) ji bo vê lêgerînê hewce dibînin û ew vê yekê wiha guncan divînin.
Pirsgirêka ku di nûvekirinên 2018an de em pê re rû bi rû mabûn dîsa di rojevê de bû. Li gel ku me du e-mail der barê dahata aborî ya şîrketan de şandin jî, ji koman tu bersiv nehat. Kalyon Grup, Demirören, Estetik, Türk Medya (ES Medyaya berê), Hayat Görsel Yayıncılık, Albayrak Grup di nav wan fîrmayan de ne ku dahatên xwe ên aborî rasterast eşkere nakin ji bo gel û gotin ku ew agahîyên xwe dê parve nekin. Van şîrketan bersiv nedan e-mailên ku me îsal ji wan re şandin. |
Veberhênanên medya û reklamê
Ji veberhênanên çapemenî û reklamê yên di sala 2020an de bi tevahî 17 milyar û 469 milyon TL bû, 13 milyar û 976 milyon TL tenê veberhênanên medyayê bû. Di qadên dîjîtal de veberhênaneka 7 milyar û 528 milyon TLyî pêk hat, bi vê yekê jî tevahî mezinbûneka ji sedî 39an pêk hat. Bi vê rêjeyê, veberhênanên medyaya dîjîtal di rêza yekem de ne.
Di sala 2020an de hate dîtin ku li gorî sala 2019an ji sedî 28 dahata reklamên rojnameyan kêm bû. Veberhênanên çapemenî-medyayê, bi rêjeya ji sedî 3 ya bazarê, di warê veberhênanên reklamê de piştî portalên dîjîtal (54%) û televîzyonan (36%) di rêza çaremîn de ye. Li gel vê yekê rojname di malperên xwe yên înternetê de gihanîyeka mezin bi dest dixin (Daneyên texmînkirî, Komeleya Reklamkeran, Avrêl 2021).
RTÜK û ceza, BİK û sirên wê yên bazirganîyê
Li gorî rapora BIAyê ya Çavdêriya Medyayê ya 2020an, Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÜK) di sala 2020an da 297 cezayê pereyan, 70 cezayê sekinandina bernameyan sekinandina û weşanan li saziyên çapemeniyê birî. Bi giştî 19 milyon û 63 hezar û 835 TL cezayên ku RTÜKê li saziyên weşanê birîye hene.
Di nûvekirinên MOMê de me careke din dît kir ku RTÜK bi gefxwarin û cezayên pereyan saziyên nûçeyan ên ku hikûmetê rexne dikin gefan dixwe da ku çapemenîya rexnegir û serbixwe bêdeng bike, RTÜK bi vê yekê weka amûreka hikumetê tevdigere.
Rojnameyên serbixwe û rojnameyên dijberê hikûmetê yên li Tirkiyeyê, girêdayî dahata ji reklamên Ajansa Reklamê ya Çapemeniyê (BİK) ne. BİKê ji sala 2010an û vir ve dahata reklamên ku bi çavkaniyên giştî tên belavkirin ji raya giştî re ranegihandiye û ji sala 2010an û vir ve îstatîstîkan bi navê "sira bazirganiyê" parve nake.Rêjeya dahata îlan û reklaman ya ku li rojnameyan tê belavkirin tenê di rapora salane ya saziyê de tê diyarkirin, lê ev rapor jî ji raya giştî re nayên eşkerekirin.
Dest guherîn, girtin û têkiliyên siyasî
MOM 2020 her wiha balê dikişîne ser zext, mekanîzma û kontrolên siyasî yên li dijî azadiya çapemeniyê û bi vî rengî sektora çapemeniyê ya li Tirkiyeyê.
Li gorî Rojnameya Qeydê ya Bazirganiyê (Ticaret Sicil Gazetesi), Weşanxaneya Estetikê (Estetik Yayıncılık) a ku xwediyê rojnameyên Sözcü û Korkusuz e, di sala 2020an de sewqî Beme Media AG hate kirin.
Di Kanûna 2019an de rojnameyên Güneş û Starê yên koma Medyaya Tirk a alîgirê hikûmetê hatin girtin. Rojnameya Güneş bû pêveka rojnameya Akşamê ya heman komê.
8 ji 10 rojnameyên herî zêde tên xwendin, 9 kanalên televîzyonê yên herî zêde tên temaşekirin, 7 ji 10 portalên nûçeyan ên herî zêde têne xwendin têkilîya xwe bi hikûmetê re (siyasî an aborî) hene.
Ji bo têkiliyên siyasî yên organên medyayê yên din bikirtînin
Di 10 malperên herî zêde yên ku têne temaşe kirin de weşanên serhêl ên rojnameyên neteweyî hene (ku tê vê wateyê ku naveroka wan hema hema bi tevahî homojen e). Wekî din, di sala 2018an de bi girtina Yaysatê, tenê koma Kalyonê karê belavkirinê ji bo çapemeniya çapkirî dike. Serhat Albayrakê alîkarê Serokê Lijneya Rêvebir a Turkuvaz Media Group ku saziya medyayê ya di bin banê Kalyon Group/Zirve Holdingê da ye ku di sektorên wek avahîsazî, enerjî û binesaziyê de jî kar dike, birayê mezin ê wezîrê berê yê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî û Xezîne û Darayiyê Berat Albayrakê zavayê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e. Dema ku em li parvekirina nirxa giştî ya îhaleyên giştî yên di navbera 2015-2019an de bi dest ketine dinêrin, tê dîtin ku em ku şîrketeka koma Kalyon İnşaatê di rêza yekem de ye, di nirxandina weşana sazîyên têkildar de daneyeka girîng e ev.
Xaça-medya konsantre
Ji bo ku em li gorî metodolojiya MOMê rêjeyên berhevkirina medyaya xaçerê bihesibînin, hewce bû ku me meylên berxwarina medyayê yên ku li seranserê welêt destnîşan dikin zanibin. Lêbelê, ji bo sala 2020an lêkolînek wiha tune ye. Nimûneyên hin lêkolînên heyî jî sînorkirî ne. Ji ber ku ji bo hesabên parvekirina temaşevanên medyaya çerx de hewcebûna daneyên mezaxtina medyayê heye, me nekarî di nûvekirinên îsal de rêjeyan peyda bikin.
Xwedîtiya Medyaya Çerx Xwedîtiya heman sermayeyê di medyayên cuda de, xwedaniya medyaya çerx nîşan dide û holdîngbûn rê li ber xwedîtiya medyaya çerx (ÇMS) vedike. Yanî ÇMS tê wê maneyê ku saziyên çapemeniyê yên di qadên cuda de kar dikin dikevin bin kontrola heman kom/holdîngê de. Bi gotineke din ÇMS, dema ku heman xwediyê medyayê li gelek deveran veberhênanê dike û kontrol û xwedaniya gelek karsaziyan digire pêk tê. |
Bi kurtasî em dikarin pêşnûmeya xwe ya ji bo berhevdana medyaya çerx, tenê bi hesibandina parvekirinên temaşevanan wiha vebêjin:
Ji bo sala 2020an gihîştina pêbawer a daneyên şopînerê portalê nûçeyên înternetê yên navînî tune ne, ji ber vê bi nirxandina rêjeyên sê medyayên wekî TV, radyo û rojnameyê, me pêşnûme kir ku sê komên medyayê yên herî mezin Demirören (%35,57), Kalyon/Turkuvaz (%30,76) û Doğuş (%28,71)bi rêzê ve rêjeya herî zêde temaşevan/guhdar/xwendevan in.
Digel ku daneyên şopînerên medyaya dîjîtal tune be jî, tê dîtin ku ji sedî 95,04 ê şopînerên li ser bingeha rojname, radyo û kanalên televîzyonê ji hêla sê komên medyayê ve têne parve kirin.
Yekane komên ku li her çar mecrayên wekî radyo, televîzyon, rojname û malperên înternetê veberhênanêdikin Demirören û Kalyon in. Weşana dewletê TRT bi kanalên xwe yên TV û radyoyê xwedî rêjeya ji sedî 18,81ê temaşevanan e. Estetîk Yayıncılıka ku bi weşana xwe ya li dijî hikûmetê tê naskirin û di sala 2020an de derbasî Beme Media AGyê bû (ji bilî daneyên sozcu.com.tryê ku di lîsteya deh portalên nûçeyan de di rêza duyemîn de cih digire) rêjeya şopînerên xwe ji sedî 13,44 e. Hayat Görsel Yayıncılıka ku di her sê portalên nûçeyan ên TV, radyo û înternetê de veberhênanên wê hene rêjeya xwe ji sedî 10,21 e û Koma Ciner a ku di sala 2018an de rojnameya Haberturkê girt û tenê di warê televîzyon û nûçeyên dîjîtal de veberhênan kirin rêjeya şopînerên xwe ji sedî 7,74 e.
Dema ku me nîşaneyên ku di medyayê de ji bo piralîbûnê xeternak in nirxandin, me dît ku faktorên ku me di sala 2018an de destnîşan kirine neguherîne:
Mînak; Dema ku em rêxistinên medyayê yên di nav lîsteya her 10ên jorîn de ji bo çar medyayên cihêreng di warê pirbûna temaşevanan de dinirxînin, ji bo televîzyon û radyoyê faktorên xeternak ên navîn, û ji bo medyaya çapkirî û portalên nûçeyan ên înternetê jî faktorên xeternak hene.
Medyaya dîjîtal û kontrola siyasî
Di nav notên ku me di nûvekirina MOM Turkey de çêkiriye da ku di sala 2020an de azadiya hawîrdora medyaya serhêl rohnî bike de;
● Di 1ê Cotmeha 2020an de Qanûna bi hejmara 5651ê ya "Dirûstkirina Weşanên Înternetê û Pêşîlêgirtina Sûcên Bi van Weşanan tên Kirin" kete rewacê .
● Di Hezîrana 2020an de, Twitter 32,242 hesab ji arşîvên xwe derxistin, bi hinceta ku ew beşdarî "çalakiyên belavkirina agahîyan bi arîkarîya dewletê" bûne.
● Di heman demê de mijarên wekî bikaranîna zimanê li dijî nefretê li ser medyaya civakî di Gulana 2020an de û weşandina rêbernameyeka etîk ya dozdeh xalî ku prensîbên têkoşîna li dijî "dezenformasyonê" vedihewîne jî hene.
Me bi saya van raporên li jêr bal kişand ser mekanîzmayên hikûmetê yên ji bo tepeserkirina dengên mûxalîf ên di medyaya serhêl de pêk aniye:
Bianet Databaseya Çavdêrîya Medyayê
Komeleya Azadiya Derbirînê (IFÖD)
Free Web Turkiye 2020
Di çavkaniyan de me bi giranî nûçeyên li ser bianet.org hatine weşandin bi kar anîn.
Gelo MOM arîkarîya pêşxistina stratejiyên hevbeş dike?
Projeyên Şopandina Xwedîtiya Medyayê ji bo îşaretkirina pêwendiya di navbera xwediyên medyayê û partiya desthilatdar jî de pir bikêrhatî ne. Xwediyên medyayê kî ne, bi çi berjewendî û têkiliyên siyasî tevdigerin, girêdayîbûna kê di çi astê de ye û potansiyela avakirina raya giştî bi rastî bi kê re heye eşkere dike MOM.
Em bikaranîna projeyên wekî MOMê pêşniyar dikin, Di dema ku hewcedariya rêziknameyên nû yên di derbarê xwedan û berhevkirina medyayê de pêk hat. Ev proje bangî li şîrketan dikin ku di derbarê rewşa xwe ya darayî de, bi taybetî di warê girêbestên giştî de, zelaliyeka tam pêşkêş bikin, û her weha navên xwe yên darayî binirxînin. Ji ber vê yekê, encamên MOMê ji bo pêşxistina stratejî û polîtîkayên hevpar û parvekirina van polîtîkayan bi hikûmetê re, parlamento, qanûndaner, rêveberiyên herêmî, saziyên rêziknameya medyayê, komeleyên pîşeyî û perwerdekarên xwendewariya medyayê re dibe alîkar.
Ji bo gihîştina nûvekirinên MOM Türkiyeyê bitikînin
Weqfa Heinrich Böll û Ajansa Hevkariya Pêşketinê ya Navneteweyî (SIDA) projeya MOM Türkiye 2020ê fînanse kir.
Banga MOMê
MOM Turkey databasek e ku di warê xwedîtiya medyayê de agahdar e û ji nûvekirin û sererastkirinên pejirandî re vekirî ye û mekanîzmayeka çavdêrîya înterakktîf e, bi tirkî û îngilîzî tê weşandin.
Ji ber vê yekê em wek MOM Türkîyeyê bang li pisporên medyayê, akademîsyen, rojnamevan û tevahiya raya giştî dikin û bikarhêneran vedixwînin ku ji bo xurtkirina databasa MOMê bi hev re bixebitin.
Tîma MOMê li [email protected] ê ye.
Projeya Çavdêriya Xwedîderketina Medyayê (Media Ownership Monitor-MOM) ji aliyê Nûçegihan Ohne Grenzenê baskê Elman yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve hatiye çêkirin, ku ji bo parastina azadiya çapemenî, agahdarî û mafê wergirtina nûçeyan hewl dide li çaraliyê cîhanê. MOM ji hêla Wezareta Federal a Hevgirtin û Pêşkeftina Aborî ya Elmanya (BMZ) ve hate fînanse kirin û bicîh kirin. Yekem hilberên projeyê di 2016an de û nûvekirinên paşîn di 2019an de hatin weşandin.
Dema ku projeya MOMê di sala 2016 de dest pê kir, RSF li ser projeyê bi koordînasyon li her welatekî bi saziyeka herêmî re dixebitî. Lêbelê, hemî nûvekirinên ku piştî 2019an li databasê hatine zêdekirin ji hevkarên herêmî re hatine hiştin. Ji ber vê yekê MOM Türkîye projeyek e ku tenê ji hêla Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ve tê meşandin.
Koma MOMê
Sinem Aydınlı, Lêkolîn, Wergêr, Editor - (MOM 2018 & MOM 2020)
Selay Dalaklı, Editor (MOM 2020)
Fikret İlkiz – Şêwirmendê Hiqûqê (MOM 2018 & MOM 2020)
Ali Seçkin Karayol - Entegrasyona Webê & İnfografik (MOM 2016 & 2018 & 2020)
İlker Gökhan Şen (Şêwirmendê Hiqûqê, Wergêr) (MOM 2018 & MOM 2020)
Weqfa Ragihandinê IPS
Erol Önderoğlu, Evren Gönül, Nadire Mater, Öznur Subaşı
Elif İnce, Lêkolîner – MOM Burcu Karakaş, Lêkolîner – MOM (MOM 2016)
Nihan Güneli - Şêwirmenda Hiqûqê (MOM 2016)
Burak Dirihan, Işıl Eliçin, Özlem Dalkıran – Wergêr (MOM 2016)
(SA/VU/AY)
*Vahdet Ûçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye