Ji bo doza Mûsa Anter ji nû ve bê vekirin serlêdan hat kirin
Doza kuştina rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa(Musa Anter) di sala 2022an de bi hinceta demaboriyê hatibû girtin. Ji bo ji nû ve doz bê vekirin serî li Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kuştina Wan Nediyar in a Wezareta Dadê dan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê keça Mûsa Anter, Rahşan Yorozlu, bi rêya parêzerê xwe Bişar Abdî Alinak serlêdan kir û xwest ku doza ku di 21ê Îlona 2022an de bi hinceta "demborîyê" hatibû girtin, ji nû ve bê vekirin.
Mûsa Anter hat yadkirin
Di daxwaznameya serlêdanê de hat xwestin ku lêkolîn û lêpirsînên kêm ên di pêvajoya lêpirsîn û darizandina dozê de bên temamkirin, delîlên fîzîkî yên di naveroka dosyayê de bi rêbazên zanistî yên edlî û krîmînal ên rojane ji nû ve werin nirxandin û rastiya madî bi hemû aliyên xwe ve derkeve holê.
Her weha hat diyar kirin ku divê kiryarên di nav zincîra fermandariyê de werin tespîtkirin, derbarê wan de lêpirsîna edlî yên pêwîst werin kirin û doz bi hemû aliyên xwe ve bê ronîkirin.
DOZA QETILKIRINA MÛSA ANTERÎ
Dadgehê bi mehneya ku ketiye ber demboriyê doza qetilkirina Mûsa Anterî betal kiriye
Danişîna dawî a dozê
Di 21ê Îlona 2022an de Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan ên HDPyê, parlementer, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHDyê Nûray Çevîrmen, Serokê ÎHDyê yê Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Dozgerê berê Îljan Cîhaner ku îdianameya ewil a derbarê Doza JÎTEMyê de amade kiribû, Nûnerê DÎSK Basin-ÎŞê yê Herêma Anatolyaya Navîn Tûrgût Dedeoglû, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hiqûqa Civakî jî di nav de gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên bajêr tevlî danişînê bûbûn.
Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kiribû. Di danişîna bêbersûc de serokê dadgehê dokumanên ketine nava dosyeyê xwendibûn.
Di danişînê de destpêkê Hevserokê Giştî yê ÎHDyê Ozturk Turdogan axivî. Turkdogan bal kişandi ser vekirina doza qetilkirina Anterî û dozên hatine yekkirin û gotibû, "Dixwazim diyar bikim ku edalet derbek giran xwariye." Turkdoganî destnîşan kir ku dosyeya qetilkirina Anterî divê ji dosyeyên din ên neyê veqetandin û divê ev doz di çaçroveya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê qebûlkirin û nekeve ber demboriyê.
Piştî Turkdoganî, parêzerên din axivîn. Parêzeran destnîşan kirine ku ew kujeran nas dikin û lewma divê ev doz nekeve ber demboriyê.
Paşê nameya ku Orhan Mîroglûyê Parlamenterê berê yê AKPyê ya nivîskî amade kiribû, hat xwendin. Serhat Menzîlcîoglû, parêzerê Mîroglûyî ev name xwend û got ku 30 sal in li edaletê digere û PKK bi kuştina Mûsa Anterî tohmetbar kir.
Parêzerên gilîkaran bertek nîşanî nameya Mîroglûyî dan û gotine ku xwendina nameyê ne li gor usûlê ye. Parêzer Nûray Ozdoganê jî gotibû: "Gel bi tiştekî dizane, divê bibêje. Ne wekî şahid, divê wekî bersûc bê guhdarkirin."
Serokê Daireya Kontrterorê yê MÎTê yê berê Mehmet Eymur, gava wekî şahid hatibû guhdarkirin gotibû Mîroglû sîxurê dewletê ye û ew wî bi navê "Tayfûn" nas dikin.
Bi dû re Dîcle Anter, kurê Mûsa Anterî axivîn. Dîcle Anterî ji heyeta dadgehê re gotibû li aliyê dad û rastiyê biryarê bidin.
Piştî axaftinan dozgerî xwestiye doz ji ber demboriyê bê betalkirin. Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku tevlî nêrîna dozger dibin.
Heyeta dadgehê jî ji bo biryarê bide navber dabûn dadgehkirinê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta ku di ser doza qetilkirina Mûsa Anterî re 30 sal derbas bûne û ketiye ber demboriyê, biryara betalkirina dozê dabûn.
Her wiha dadgehê xwest kontrola edlî ya derbarê bersûcê dozê Hamît Yildirim de jî bê rakirin.
Mûsa Anter
Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye.
Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Di 20ê Îlona 1992yê de ji bo Mîhrîcana Çand û Hûnerê çûye Amedê(Diyarbekir) û kitêbên xwe îmze kiriye. Piştî îmzekirinê li taxa Cumhuriyetê êrîşa çekdarî li wî û Orhan Mîroglûyê xweharziyê wî hatiye kirin. Anter miriye û Mîroglû birîndar bûye.