Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rewşenbîrê kurd, Mûsa Anter(Apê Mûsa) ji beriya 24 salan li taxa Cumhuriyetê li kolana 442. hat kuştin, îro Mûsa Anter li cihê ew lê hatî kuştin hat yadkirin.
Gelek rojnameger û sîyasetmedar jî beşdarî roja yadkirina Mûsa Anterî bûn.
Di roja yadkirinê de ji bilî wêneyên Mûsa Anterî wêneyên rojnamegerên hatîn kuştin jî hatin nîşandan.
Anter: Çaryek sedsal borî
Kurê Mûsa Anterî, Dîcle Anterî li cihê yadkirinê got: ''Hima bêje çaryek sedsal borî, 20ê îlonê roja yadkirina bavê min e û ev roj dê di dîrokê de wek roja ew kesên ji bo rojnameya wî têne dadkirin cihê xwe bigire.''
Boltan: Em ê li mîrateyê Mûsa Anterê bibin xweyî
Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltanî, da zanîn ku ew ê li mîratê Mûsa anterî bibin xweyî. wî got bi xêra Mûsa Anterî îro ew li pileya herî bilind a têkoşînê ne.
Mûsa Anter
Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye.
Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Di 20ê Îlona 1992yê de ji bo Mîhrîcana Çand û Hûnerê çûye Amedê(Diyarbekir) û kitêbên xwe îmze kiriye. Piştî îmzekirinê li taxa Cumhuriyetê êrîşa çekdarî li wî û Orhan Mîroglûyê xweharziyê wî hatiye kirin. Anter miriye û Mîroglû birîndar bûye. (UC/EA/MB)
Me ji DIHA, BirGûn û IMC TVyê berhevkarî kiriye.