Li Venezuelayê hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîşt 235an
Di erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5an de ku li nêzî Karakasê paytexta Venezuelayê pêk hatin, hejmara qurbaniyan gihîşt 235an. Hat ragihandin ku herî kêm 4 hezar û 300 kes jî birîndar bûne. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin kavilan de bê navber berdewam dikin.
Rayedaran diyar kir ku li gorî daneyên destpêkê 157 kes winda ne û nêzî 200 kes jî di bin kavilan de mane. Tîmên li herêmê, ji bo ku bigihîjin wan cihên ku nîşaneyên jiyanê lê hatine tespîtkirin, xebatên xwe dimeşînin.
Li paytext Karakas û bajarê peravê La Guairayê gelek avahî hilweşiyan e. Hat ragihandin ku nêzî 250 avahî bi giranî xesar dîtine an jî bi temamî hilweşiyane.
Li Venezuelayê bi pileya 7.5 û 7.2an li pey hev du erhejên mezin çêbûn
Li devera Chacao ya Karakasê, di hilweşîna avahiyekê de 11 kes mirin û 23 kes jî hatin rizgarkirin. Şaredarê Deverê Gustavo Duque da zanîn ku tîm ji bo gihîştina kesên di bin kavilan de mane, hewldaneke mezin didin.
Li gorî nûçeya ANKAyê, heşt nexweşxaneyên ku ji erdhejê bandor bûbûn, ji ber sedemên ewlehî û xesaran hatin valakirin û li hin navendên tenduristiyê jî xizmet hatin rawestandin.
Balafirgeha Navdewletî ya Maiquetíayê jî ji ber xesara giran, ji bo demekê hat girtin.
DYA dê alîkariyê bişîne
Seroka Dewletê ya Demkî Delcy Rodríguezê ragihand ku li herêmê herî kêm 30 erdhejên piçûk hatine tomarkirin û bang li welatiyan kir ku ji avahiyên bixesar dûr bisekinin. Ji bo piştgiriya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê 12 tîmên navdewletî sewqî herêmê hatin kirin û li Venezuelayê rewşa awarte (OHAL) hat ragihandin.
Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), gelek welatan soza alîkariyê dan û DYA wê pakêteke alîkariyê ya bi buhayê 150 milyon dolarî û piştgiriya lojîstîk peyda bike.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) bal kişand ku erdhejan li herêmeke berfireh bûye sedema hilweşîneke mezin û hişyarî da ku dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Çi bûbû?
Duh (26ê Hezîranê) Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihandibû ku li Venezuelayê du erdhejên li pey hev ên bi pileya 7,5 û 7,2an rû dabûn. Her weha di navbera her du erdhejan de tenê 39 çirke hebûn.
USGSê piştî erdheja ku pêşî ragihandibû mezinahiya wê 7,1 e, agahiyên nû parve kiribû.
USGSê eşkere kir ku li Venezuelayê, 23 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Yumare yê ser bi eyaleta Yaracuyê ve bi mezinahiya 7,5 û 24 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê San Felipe yê ser bi heman eyaletê ve jî bi mezinahiya 7,2 du erdhejên li pey hev rû dane.
Hate zanîn ku kûrahiya erdheja Yumareyê 10 kîlometre û ya San Felipeyê jî 21,9 kîlometre ye.
Seroka Dewletê ya Demkî ya Venezuelayê Rodriguez, piştî du erdhejên mezin rewşa awarte (OHAL) ragihandibû.
(EMK/AY)