Dozgeriyê xwest kesên ku ji ber Lûtkeya NATOyê hatibûn desteserkirin bên girtin
Li Enqereyê berî Lûtkeya NATOyê di 23yê Hezîranê de di serdegirtinên malan ên serê sibê de 209 hatibûn destbîrkirin. Karên îfadeyên wan kesan hê berdewam dikin.
Piştî qedandina îfadeyên li Emniyet û Qereqola Cendirmeyan, kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin îfade dan. Piştî îfadeyên dozgeriyê, ji wan kesan 75 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha cezê û aştiyê hatin kirin.
Di nav kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin de endamên Weqfa TEMAyê, Doç. Dr. Emel Memîş û Derhênerê Giştî yê Weşanê yê KaosGLyê rojnamevan Yildiz Tar jî hene.
Walîtîya Enqereyê di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de biryarên qedexeyê girtibûn û li ser vê biryarê, di 23ê Hezîranê de serê sibê ji aliyê tîmên polîsan ve di heman demê de bi ser gelek navnîşanan de hatibû girtin.
Di van operasyonan de bi giştî 209 kes hatibûn desteserkirin. Di nav kesên hatibûn desteserkirin de parêzer, nûnerên saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan jî hebûn.
Rêxistinên LGBTİ+yan li dijî desteserkirinên NATOyê bi awayekî hevpar bertek nîşan dan
(HA/AY)