Li Tirkiyeyê zextên desthilatdariya siyasî li ser muxalefeta civakî her sal zêdetir dibin. Daneyên têkildarî dosyayên ku li gorî qanûnên taybet li dozgeriyên komarî hatine vekirin, rastiya rexneyên ku dibêjin "daraz veguheriye amûrek desthilatê" derdixin holê.
Li gorî nûçeya Birgunê hat hînbûn ku hejmara dosyayên ku di çarçoveya Qanûna Civîn û Xwepêşandanan de li Serdozgeriyên Komarî hatine vekirin, di dawiya sala 2024an de gihîştiye 4 hezar û 500î.

Li Amedê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkere bû
Gelek welatiyên ku rexne li polîtîkayên hikûmetê digirin û mafên xwe dixwazin, bi gefa lêpirsînê re rûbirû man. Zextên li ser muxalefeta civakî bi desteserkirina welatiyên ku di 19ê Adarê de li dijî operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bertek nîşan dan jî derket holê.
Hejmara dosyayan 4 hezar û 379 e
Daneyên têkildarî dosyayên li serdozgeriyên komarî jî tabloyekî balkêş radixe ber çavan. Hejmara dosyayên ku ji bo lêpirsînê di çarçoveya Qanûna bi Hejmar a 2911ê de ji Serdozgeriyên Komarî re hatine şandin heta dawiya sala 2024an gihîştiye 4,379an. Hejmara giştî ya gumanbaran di dosyayan de wekî 11 hezar û 041 hatine tomar kirin. Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê di sala 2024an de 11 hezar û 041 kes bi hêceta ku Qanûna Civîn û Xwepêşandanan binpê kirine, bi 14 hezar 016 sûcan hatine tawanbarkirin.

Rapora binpêkirina mafan a têkildarî 9 girtîgehan aşkere bû
Di 2023an de 4 hezar 097 lêpirsîn hatine vekirin
Di sala 2023an de, 4 hezar 097 dosyayên lêpirsînê bi tohmeta binpêkirina Qanûna bi Hejmar 2911 hatine vekirin. Hat ragihandin ku 12 hezar û 571 gumanbarên di dosyayan de bi tevahî bi 17 hezar 120 sûcan hatine tawanbarkirin.
Daneyek din a ku rexneyên ku dibêje dadwerî "wek çoq li dijî mafên destûrî tê bikar anîn" eşkere dike, di statîstîkên serlêdanên takekesî yên Dadgeha Destûrî de jî tê xuyang kirin. Biryarên binpêkirinê yên ku bi hinceta binpêkirina mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan ji Dadgeha Destûrî re hatine dayîn, ku wêneyek balkêş nîşan didin, di sala 2022an de 602 û di sala 2023an de jî 1403 hatine tomar kirin.
Bi sedema ku mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin, di sala 2022an de 602 û di sala 2023an de jî hezar û 403 serlêdanên binpêkirinê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin.

Li Girtîgeha Mamarayê mirina biguman
(AB/AY)
