Girtiyê edlî yê bi navê Umît Kayaboynu (40) ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) dihat ragirtin, pêr bi awayekî biguman mir. Hat îdiakirin ku Kayaboynu întîhar kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got:
“Gelo ma ev bû întîhara çendemÎn? Umît Kayaboynu yê 40 ku ji Girtîgehan Marmara Sîlîvriyê, ji girtîgeha vekirî derbasî ya girtî kirin, li serşokê xwe daliqand û întîhar kir. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, ez her roj rewşa girtîgehan bi we re parve dikim lê hûn nabihîsin! Întîhar zêde dibin, girtî tengezar bûne!”
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji serê sala 2018an heta dawiya sala 2023an 522 girtî mirine. Li gorî bersiva Wezareta Dadê ya ji bo pêşnûmeyê, ji 24ê Tîrmeha 2023an û vir ve di navbera salên 2018-2023an de 2 hezar û 258 mehkûm û hikumxwaran li girtîgehan mirine.