Xwendekara pola 2an a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku (21) di 5ê Kanûna 2020ê de hate windakirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Di 13ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokuyê de 13 kes hatin desteserkirin. Ji wan 4 kes şandin edliyeyê

Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de 11 kes hatin desteser kirin
Di nav kesên ku hatin sewqkirin de polîsê berê Gokhan Ertok ku sîm karta Gulistan Dokûyê xistibû telefona xwe û hin agahiyên wê jê biribûn, karmendê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi û berpirsê kamerayên Zanîngeha Mûnzûrê Süleyman Onalan û Savaş Gulturk hene.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wê serdozger bi xwe îfadeyê bigire.

Şahidê bûyera Gulistan Dokuyê: Dema hat kuştin ez di wesayîtê de bûm
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”

