Gulistan Doku li Dersîmê di Zanîngeha Munzûrê de xwendekar bû û ji 5ê Kanûna Paşîna 2020an ve winda ye. Di lêpirsîna Dokuyê de pêşkeftinek çêbû.
Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 13 kesan biryara desteserkirinê hate dayîn. Di serdegirtinên li Stenbol, Enqere, Dersim, Antalya û Xarpêtê de 11 kes hatin desteserkirin.
Kesên der heqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayin ev in:
Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
(Mİ/AY)

