Fotograf: AA (Arşîv)
Li gorî daneyên Midûriyeta Rêveberiya Koçberiyê ya Wezareta Karûbarên Navxweyî ji dema ku şer li Sûriyeyê destpê kiriye heta niha zêdetirî 3 milyon û nîv penaber ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê. Pirê van penaberan li Stenbolê dimînin. Piştî Stenbolê penaber li Dîlok, Hatay, Kilîs, Mêrdîn û seranserê Tirkiyeyê belav bûne. 57 hezar ji wan li kampan dimînin. Yên mayî li bajaran bicih bûne. Li gorî daneyên Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetguzariya Civakî heta Adara 2019an 31 hezar penaberên sûriyeyî ji bo karkirinê destûra fermî wergirtine. Gelek ji wan jî bê destûr kar dikin. Heta dawiya sala 2019an jî 110 hezar kes bûne welatiyê Tirkiyeyê.
Çawa ku şewba koronayê bandora xwe li Tirkiyeyê kir li penaberên Sûriyeyê jî kir. Sûriyeyîyên di nava şert û mercên penabiriyê de bûn, vê carê jî di bin bandora Covid-19ê de man. Di vê demê de gelek ji wan bê kar man. Debara xwe bi zehmetî kirin û zarokên wan ji ber nebûna derfetan ji xwendinê man. Me guhê xwe da çend penaberên sûriyeyî yên li Mêrdîn û Stenbolê dijîn.
“Em nexweş ketin”
Merwan 36 saliye. Di sala 2013an de ji ber şer reviyaye û hatiye li Qosera Mêrdînê bicih bûye. Wî wiha behsa şertên xwe kir: “2 sal û nîv ji beriya koronayê me debara xwe bi zehmetî dikir. Kar gelekî hindik bû. Li hemberî wê jî mesref zêde bû. Bihayê eşyayan bilind bû.”
Merwanî got ku wî û malbata xwe newxeşî derbas kiriye. Dema me jê pirsî, “Gelo tu çawan dizanî te nexweşî derbas kiriye?” Wî got: “Ez û zarokên xwe tev nexweş ketin. Em 6-7 rojan ji mal derneketin. Ne weke zekemê bû. Tiştekî ji zekemê girantir bû. Em bêtakeq ketin. Bêtaqetiyeke nayê gotin. Em dikuxiyan. Herareta laşê me zêde bû.”
Merwanî rojên destpêkê yê hatina xwe ya Qoserê û rojên koronayê dan ber hev û wiha axivî: “Jixwe dema em ji şer reviyan û hatin bi çavekî nebaş li me dinêrîn û nizanîbûn ku weke her miletî yên baş, nebaş jî di nava me de jî hene. Ji ber wê, kar nedidan me. Piştî koronayê kar kêmtir bû. Dema karek derdirek jî cardin nedidan me, didan ehlê xwe.”
Di van şert û mercan de gelo Merwan û malbata wî bi çi debara xwe dikirin? Wî got: “Me ji camêr mamêran deyn dikir. Me ji dikan mikanan deyn dikir. Wexta ku karek bi dest me diket, me ew pere li wan belav dikir û me cardin xwe bêpere didît.”
“Bihayê her tiştî derket çar qatê xwe”
Hiyam jineke 40 salî ye. Wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye. Ew û zarokên xwe bi alîkariya malbata xwe ji Rojava hatine. Ev çar sal in li Qoserê dijîn.
Hiyamê got: “Beriya koronayê têkiliyên me yên civakî xurtir bû. Niha ji binî de qut bûne. Berê çûnûhatin hebû. Dostayî hebû. Lê niha em sersaxiyan bi rêya telefonan dikin.”
Ji ber ku di dema koronayê de dibistan hatine girtin, ders online pêk hatine. Li malê tenê telefonek heye ku ew jî Hiyam bi xwe karên xwe bi wê birêve dibe. Lê keça wê ya 9 salî ji ber nebûna tablet an jî komputerê nikare bikeve desan. Ji bilî vê keçê, du zarokên wê yên din hene. Hiyamê got “Her du zarokên min ên mezin ku xort û keç bûn, ji ber nikarîbûn derketana derve û hevalên xwe bidîtana, gelek caran nîqaş dikirin û bi hev diketin.”
Wê behsa rojên koronayê kir û wiha got: “Kar nebû. Bihayê her tiştî derket çar qatê xwe. Carna me xwe mecbûr dikir ku em bi wan pereyên hindik debara xwe bikin. Kirya me diket ser hev du mehan.”
Hiyamê got ku heta niha kesî ji bo derziya Covid-19ê tiştek ji wan re negotiye û ew nizanin bê wê derziyê li wan bixin an na. Nêrîna Hiyamê ya ji bo derzîlêdanê jî wiha ye: “Ez bi derziyê bawer nabim û naxwazim li xwe bixim.”
“Em di her halî de deyndar diman”
Ferhanê 35 salî yê ji 2013an û vir ve ji Rojavayê hatiye li Qoserê dijî. Ew li şahiyan fotografan digire û debara xwe bi wê dike.
Ferhanî got ku “Ji xwe koronayê destpê kir û dawet sekinîn. Salonên dawetan giş hatin girtin.”
Wî diyar kir ku wan beriya niha hin pere ji xwe re dabûn ser hev û ne ew pere bûna wê nikarîbana debara xwe bikirana: “Piştî ew pere xelas bûn, me ji heval û mihubbên xwe deyn dikir. Lê gelek deyn li me çêbûn. Hemû deyndarên me li benda serê mehê bûn. Dema serê mehê dihat, me ji hinekî din deyn dikir û nêviyê wan pereyan li xwediyê dikanan belav dikir. Lê em di her halî de deyndar diman. Ne tenê karê min hemû kar sekinîne.”
Serhanê birayê Ferhanî yê 33 salî li Sûriyeyê li zanîngehê beşa mihasebeyê qedandiye. Piştî hatiye Tirkiyeyê terzîtî kiriye. Perdeyan û rûyê balîfan didirû. Serhan û birayê wî û malbata birayê wî li heman malê dimînin. Serhan jî di dema koronayê de gelek caran bê kar maye.
Ew û birayê wî malbata birayê wî bi koronayê ketine.
Serhanî got: “Em çûn me testa xwe çêkir. Em bi koronayê ketibûn. Lê niha em baş bûne. Ez dixwazim bibînim ku hinek derziya koronayê li xwe xin û bê ka çi bandorên neyênî li wan dike. Piştî wê ez jî difikirim ku li xwe xim an na.”
“Kar nîne ku em kar bikin”
Selma jineke 33 salî ye. Wê li Sûriyeyê beşa bazirganiyê xwendiye. Piştî şer, ew û hevjînê xwe, xwesû û xwezûrê xwe hatine Stenbolê. Niha li Stenbolê li malê li ber zarokên xwe ye. Hevjînê wê dîzaynere. Beriya koronayê bi du salan di şîrketekê de kar dikir lê piştî wê şîrketê îflas kiriye. Ew neçar maye karên rojane bike. Niha ji ber koronayê gelek rojan kar nabîne. Selmayê ji bo rojên koronayê wiha got: “Ez, sê zarokên min ên biçûk, hevjînê min û xwesû ê xwezûrê min ên kal û pîr li heman malê dimînin. Ne bi alîkariyên saziyên xêrxwaziyê be, em nikarin debara xwe bikin.
“Lê heta niha Heyva Sor a Tirkiyeyê ti alîkarî nedaye me. Ji me re dibêjin ku hûn çar kesên mezin çawa nikarin sê zarokan xwedî bikin. Wê çawa çêbibe ku xwezûr û xwesiya min di vî emrê mezin de kar bikin? Her du jî nexweş in. Şekir û tansiyonê wan heye. Hevjînê min bi tena serê xwe kar dike. Ew jî gelek caran kar bidest nakeve. Xaniyê mi bi kirê ye.”
Selmayê got bi tenê xezûrê wê derziya Covid-19ê lê xistine. Lê yê wan kesî tiştek ji wan re negotiye. Heke ji wan re bibêjin û dora wan were ew ê biçin derziyê li xwe bixin.
* Ji ber ku wan nexwest em navên wan binivîsin, me navên wan ên rast nenivîsand
(MD/FD)