Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Feyrûz, stranbêja dengxweş û kesa ku bi stranên xwe bandor li ser cografyayê kiriye…Îro 83yemîn roja ji dayik bûna wê ye. Weke stranbêjeke Libnanî tê naskirin lê wê bi deng û stranên xwe sînorên Libnanê borandiye û piştî li nava sînorên welatên ereban, li hemû Rojhilata Navîn û paşê jî li gelek deverên cîhanê deng veda ye.
Bavê wê suryaniyeke ku di dema Osmaniyan de, sala 1915ê ji Mêrdinê hatiye sirgûnkirin. Dêya wê Marînuya Libnanê ye. Dibe ku ji ber ew êşên bavê wê û kesên din di sala 1915ê de jiya ne, bandora xwe li ser dengê wê jî kiriye ku di dengê wê de hizn û êş bi awayekî zelal xwe didin xuyakirin.
Feyrûz sala 1935ê li Jabal Alarzê ji dayik bûye. Navê wê Nouhad Haddad bûye. Di radyoya Libnanê de stra ye. Di beşa koroyê ya Libnanê de bûye. Di wê demê de navê xwe kiriye Feyrûz. Yekî bi navê Mihemed Filêfil dengê wê keşif kiriye.
Paşê Asî Rehebanî ku bestevanekî bi nav û denge di cografyaya erebî de, wê nas dike. Asî bi zanebûna xwe ya muzîkê derketiye pêş. Gelekî jêhatî bûye. Hiştiye ku Feyrûz gelekî bi pêş bikeve. Ji bo Feyrûz wan weke stran bistirê helbestên gelekî bi bandor û yên wateyên wan kûr hilbijartine ku yên helbestvanên gelekî mezin bûn.
Feyrûz bi dengê xwe hiştiye ku zarok, mezin, jin û mêr herkes wê nas bikin. ji ber ku dengekî wê yê gelekî cuda heye. Mirov dikare di her dem û mekanî de li wê guhdar bikin. Dengê wê ne yê demekê ye.
Ji zarokan re stra ye. Ji mezinan re stra ye. Ji hezkirinê re stra ye, ji dayikê re stra ye. Stranên Wetenî gotine. Ji Qudsê re stra ye. Bandoreke mezin a Tevgera Filistiniyan li ser wê çêbuye. Dema ku Libnan sala 1980yî ji hêla Israîlê de hatiye dagirkirin, ev bandoreke mezin li ser Feyrûzê kiriye. ji Libnan re gelek stranên Wetenî gotiye.
Dengê wê dengekî melaknolîk e, herikbar e. nêzîkî operayê ye jî. Dema ku lê tê guhdarkirin, bi hêsanî mirov dikare bibêje ku mirov dibe hin cihên din.
Her çiqas ku ji sala 2011ê û vir ve êdi nema derdikeve ser dikê jî dengê wê û stranên wê bandora xwe ya di nava muzîka erebî û cîhanê de berdewam dike. (MD/FD)