Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bîranîn: "Daxwaza me ya edaletê didome"
Denîz Poyraz 5emîn salvegera qetilkirina li ser gora xwe hat bîranîn.
Denîz Poyraz a ku di êrîşeke nijadperest a di avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di 5emîn salvegera şehadeta xwe de xwe de, li Goristana Buca Kaynaklarê bi merasîmeke girseyî hat bîranîn.
Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye
Li gorî nûçeya Ajansa Welat di bîranînên de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Îbrahîm Akîn, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn.
Kujerê Denîz Poyrazê xwestibû dadgehkirin li Kayseriyê bibe, Wezaretê qebûl nekiriye
Di bîranînê de dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Parlamenterê DEM Partiyê ê Îzmîrê Îbrahîm Akîn axivîn.
"Ji bo gavan li benda çi ne? Bila êdî xwîn nerije.”
Dayika Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz xwest aştî li tevahiya cîhanê belav bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be û got:
“Şehîd, şehîda me hemûyan e. Em dixwazin hemû girtî û yên di zindanan de ne serbest bên berdan. Divê em hemû mil bidin milê hev û hevdu himbêz bikin. Em dixwazin di cîhanê de jiyaneke xweş, aram û tije aştî hebe. Em li vê cîhanê aştiyê dixwazin. Em vê yekê ji dewleta Tirkiyeyê jî dixwazin; bila destê xwe yê aştiyê dirêj bike, êdî gavên aştiyê biavêje. Ji bo gavan li benda çi ne? Bila êdî xwîn nerije.”
Parêzerên doza Denîz Poyrazê: Kujer 27 caran li Rêvebiriya Polîsan geriya ye
"Masaya wê hîn li cihê xwe ye"
Parlamenter Îbrahîm Akîn jî bal kişand ser doza Denîz Poyrazê, destnîşan kir ku ew ê dest ji şopandina dozê bernedin û got:
"Tam 5 sal berê di van saetan de, di avahiya me ya bajêr de kuştinek pêk hat. Kujer hat darizandin; belê, cezayê xwe girt lê ji bo me ev doz hîn nehatiye girtin. Em wan hemû hêzên li pişt wî, yên alîkariya wî kirine, ew birêxistin kirine û berê wî dane wir nas dikin. Ev kujer ji bo qetilkirina bi dehan û bi sedan hevalên me hatibû plankirin û me dît ku ev kar tevî hêzên li pişt xwe pêk anî. Ji ber vê yekê, em li vir careke din dibêjin ku di şexsê Denîz Poyraz de em ê dest ji vê dozê bernedin û em ê heta dawiyê li pey bin. 5 sal derbas bûn, lê wekî duh e; îro jî di hundirê avahiya me de masaya wê hîn li cihê xwe ye. Denîz Poyraz di nav me de her zindî ye. Me ew ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin.”
Merasîma bîranînê piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Kujerê Poyrazê Gencerî xwestiye cihê dadgehkirina wî were guhertin
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku "Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pê dabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin."
Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşrefî, di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin.
Di beşa encamê ya îddianameyê de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.
DOZA DENÎZ POYRAZÊ
Daxwaza lêkolînkirina têkiliyên organîzekirî yên Onûr Gencerî qebûl nebûye
(EMK/AY)