Fotograf: Hesabê medyaya civakî yê Onûr Gencerî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Onûr Gencer, kujerê Denîz Poyrazê, dawxaz kiribû ku dadgehkirina wî ya li dadgeheke Îzmîrê pêk tê, êdî li dadgeheke Kayseriyê dewam bike. Wezareta Dadê bersiva daxwaza Gencerî daye.
Gencerî di 17ê Hezîrana 2021ê de bi çekan êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û li wir Denîz Poyraz kuştibû.
Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Cezayan a Wezareta Dadê ji bo serlêdanê, nivîsek ji parêzerê Gencerî re şandiye û gotiye ku ti sedem nîne ji bo dadgehkirin li cihekî din pêk were. Midûriyetê diyar kiriye ku beriya dadgehkirinê wê tedbîrên hewce werin standin û doz li Îzmîrê pêk were.
Dadgehkirin wê 29ê Nîsanê saet di 09.00ê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6an a Îzmîrê wê dewam bike. (RT/FD)