Demirtaş, Yuksekdag, Mizrakli, Ozel û Fetî Yildiz ji bo “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” peyam şandin
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, li Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê duh (12ê Gulanê) dest pê kir. Parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li forûmê bûn.
Forûmê di 12ê Gulanê de destpêkir û wê heta 16ê Gulanê bidome. Forûm gelek panel, hevpeyvîn, atolye û çalakiyên çandî-hunerî li xwe digire.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî(CHP) û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Fetî Yildiz ji bo "Forûma Aştî û Azadiya Civakî", peyam şandin.
Peyama Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli wiha ye:
“Ji bo Foruma Aştî û Azadiya Civakî
Hêvî dikin ku ev hevdîtina watedar û bi qîmet a ku we bi navê ‘Foruma Aştî û Azadiya Civakî’ li dar xistiye bi serkeftî derbas bibe; em her kesên ku keda wan di vê xebatê de heye pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Bi wê baweriyê ku hûn ê bi nîqaşên hêja yên ku dê rêya derketina ji hilweşîna kûr a siyasî û civakî ronî bikin û rê nîşan bidin, tevkariyên mezin li lêgerîna aştiya birûmet bikin; em silav û hezkirinên xwe yên ji dil ji we re dişînin û daxwaz dikin ku em di siberojên azad de bi hev re bin.
Dr. Adnan Selçûk Mizrakli
Selahattin Demirtaş
Girtîgeha Edirneyê”
Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê em bi hev re xwedî nasnameyê cuda derbikevin
Peyama Fîgan Yuksekdag
Peyama Fîgen Yuksekdag jî wiha ye:
“Ji Forûma Aştî û Azadiya Civakî re
Hevalên hêja, rêhevalên qedirbilind, beşdarên rêzdar, merheba;
Berî her tiştî, ez amadekarên ku Forûma Aştî û Azadiya Civakî, di şexsê hevşaredarên me Ayşe Serra Bucak Kuçuk û Dogan Hatûn de hemû kedkar û berpirsiyarên vê xebatê pîroz dikim û spasiyên xwe pêşkêş dikim. Ez bawer dikim ku her beşdarekî ku di qada hebûn û hilberîna xwe de xwedî wesf e, dê xebateke kolektîf pêk bîne; ez serkeftinê ji bo we dixwazim.
Bêguman, li erdnîgariya polîtîk a ku hebûna me pênase dike û li herêm û cîhana ku em pê re di têkiliyê de ne, êş û jana guherînê me ber bi girtina berpirsiyariyê û hilberandina çareserî û vebijarkan ve dibe. Li hemberî kesên ku rastiya Tirkiye, Kurdistan û herêmê li ser zemînê şer, mêtingerî, qirkirina jinê, talana xwezayê, dijminatiyên şovenîst-paşverû û li ser perçiqandina yê lawaz ava dikin; hêza ku dê vebijarkan biafirîne gelên me û rêxistinbûna wan a bi hişmendiya demokratîk e. Dema em dibêjin “Ji bo her kesî, bi hev re aştî û azadiya civakî”, em balê dikşînin ser armanca guherandina eksenê û diyarkirina ekseneke nû ji bo habîtata herêmî ya ku di bin dorpêça cinaweran de ye. Diyar e ku ji bo armancek wiha, vînek wiha û her cûre hewldanekê çiqas pêdivî heye.
Heqîqeta ku gel, jin û hemû gelan ji Tirkiye û Amedê heta Rojava, Filistîn û Îranê li ser navê aştî û azadiyê dike yek, dê qedera serdemê diyar bike. Ev qet ne xeyalek dûr e; bi qasî taxa em lê dijîn, dibistana em lê dixwînin, zevî, fabrîka û kargeha em lê dixebitin, bi qasî mîtîng û çalakiyên em tevlî dibin û zindana em tê de ne nêzîkî me ye. Di hemû qadên jiyana civakî, hilberîn û têkiliyê de, veguherîna têgehên aştî û azadiyê bo nirxên bilind, ji bo rêxistinbûnek nû û peymaneke civakî zemînekî pratîkî pêşkêş dike û ev yek pêdiviyek e.
Ez bawer dikim ku ev forûma ku hûn li dar dixin, di pêvajoyek ku ji bo gelên Tirkiyeyê girîngiyeke jiyanî de ye û dê tevkariyeke mezin li hewldanên civakîbûna aştiyê bike. Heke em bifikirin ku civakîbûn û herêmîbûn hevmane ne, wateya vê tevkariyê dê hê bêtir derkeve pêş. Vîna belavkirina hişmendiya aştî, azadî û demokrasiyê ji damarên sereke yên jiyanê heta damarên herî zirav ên civakê, dê ji bingehê, yanî ji herêmî mezin bibe.
Ez bawer dikim ku çalakiya we dê encameke wisa derxîne holê ku xwedî li pêvajo û vîna Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Birêz Serok Ocalan ve hatibû destpêkirin derbikeve û wê xurttir bike. Lewre ji bo bilindkirina berhemdariyek wiha pêdiviyek mezin heye. Bêguman rêxistinkirina hêviyê, destpêkên nû û mîsyona avaker ne hêsan e. Lê ezmûnên me yên serkeftinê yên li hemberî her cure zehmetiyan, rêber û garantiya me ne.
Ez hurmet û hezkirinên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim; bi hesret û piştgiriyê we silav dikim.”
Peyama Ozgur Ozel
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, têkildarî Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku li Amedê tê lidarxistin peyamek şand û destnîşan kir ku ew ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne û got: “Ji bo vê yekê hewcedariya Kurd bi Tirk, hewcedariya Tirk bi Kurd heye.”
Ozgur Ozel di peyama xwe de bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got:
“Em nakevin wê hêsaniyê ku bêjin ‘Bila pêşî zextên li ser me bi dawî bibin, paşê em ê li ser pirsgirêka Kurd bifikirin’. Her wiha em nakevin wê paşxistinê ku bêjin ‘Bila em bibin desthilat, em ê her tiştî çareser bikin’. Em ê li aliyê rast ê dîrokê bisekinin û ji bo aşitiya mayinde berpirsyariyê bigirin ser xwe.” Ozgur Ozel destnîşan kir ku berpirsiyarê kûrbûna pirsgirêka Kurd û krîzên di qada demokrasî, edalet û aboriyê de ev desthilata zextker û otoriter e.
“Ji bo avakirina pêşerojeke baştir, pêdiviya me pê heye ku em birîna hevdû wekî birîna xwe bibînin. Ji bo vê yekê em ê destê xwe bixin bin bar. Ji ber ku hemû zarok, ciwan û jinên vî welatî, çi Kurd çi Tirk, heq dikin ku di Tirkiyeyeke bi hêvî û bêtirs de bijîn.” Ozgur Ozel di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku forûm bibe alîkarê pêşeroja demokratîk a welat û silavên xwe yên piştevanî û hezkirinê ji beşdaran re şand."
Peyama Fetî Yildiz
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ku ji “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” re peyamek şand diyar kir ku derfeteke dîrokî hatiye bidestxistin û destnîşan kir ku ji bo aştiya mayînde dê stranên xwişk û biratiyê bi hev re bistrên.
Fetî Yildiz di peyama xwe de tundî wekî “sûcekî mirovahiyê” pênase kir û ragihand ku ev mijar bi aliyên xwe yên aborî, sosyolojîk û psîkolojîk ve pirsgirêkek ewlehiya neteweyî ye. Yildiz anî ziman ku divê her welatiyekî Komara Tirkiyeyê hîs bike ku ew perçeyekî wekhev û birûmet ê vî miletî ye û got: “Ji bo aştiya mayînde, em ê li Baxçeyên Hewselê û li Rezên Meramê stranên xwişk û biratiyê bi hev re bistrên.”
Bernameya Forûma Aştî û Azadiya Civakî aşkere bû
Di berdewamiya peyama xwe de Fethî Yildiz bal kişand ser pêvajoya ku di 1ê Cotmeha 2024an de bi silavdayîna Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ber bi kursiyên DEM Partiyê ve dest pê kir û axaftina Bahçelî ya 22yê Cotmehê wekî “pêngava siyasî ya herî wêrek a sedsalê” bi nav kir. Fethî Yildiz diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka tundiyê ya ku nîv sedsal e barê giran li ser çavkaniyên welat çêdike, derfetek dîrokî hatiye bidestxistin û xwest ku çavkaniyên diçin şer, êdî ji bo dibistan, nexweşxane, cotkar, ciwan û jinan wekî refah û veberhênan werin bikaranîn.
Fethî Yildiz destnîşan kir ku vîzyona “Sedsala Tirkiyeyê” li ser serweriya hiqûqê û piştevaniya civakî ava dibe û rapora Komîsyona Demokrasî û Xwişk û Biratiyê ya ku ji aliyê meclisê ve hatiye amadekirin, wekî belgeyeke sereke ji bo gavên pêşerojê nîşan da. Fethî Yildiz serkeftin ji forumê re xwest û silavên xwe ji beşdaran re şand.
(AY)