Çalakiyên li dijî ICE’ê mezin dibin: Koçber di gireva birçîbûnê de ne
Li eyaleta New Jersey ya DYAyê, gireva birçîbûnê ya koçberên ku di navenda desteserkirinê ya Delaney Hallê de ku ji aliyê Rêveberiya Koçberî û Parastina Gumrukê (ICE) ve tê birêvebirin, tên girtin, di roja xwe ya heştemîn de berdewam dike.
Komeke ku piştgiriyê dide vê çalakiyê jî nêzî hefteyekê ye li Newarkê, li ber navendê kombûne û pêkanînên ICEê û mercên xirab ên navenda desteserkirinê protesto dikin.
Çalakgeran duh (29ê Gulanê) careke din li ber navendê li hev kombûn û ji bo piştgiriya kesên di gireva birçîbûnê de ne çalakiyek li dar xist.
Lêbelê, bi destwerdana Polîsên Eyaleta New Jersey re gelek çalakger hatin desteserkirin û ji derdora navendê hatin dûrxistin.

Li gorî nûçeyaThe Guardianê, navenda ICEê ya li Newarkê ji aliyê Geo Groupê ve tê birêvebirin ku ev şîrket yek ji mezintirîn şîrketêb girtîgehên taybet ên DYAyê ye.
Li gorî daxuyaniyên çalakgeran û kesên di navendê de tên girtin, tenê di vê navendê de di navbera 300 û 400 kesî de di gireva birçîbûnê de ne.
Daxwazên koçberan: Koçberên ku di navendê de tên girtin daxwaz dikin ku kalîteya xwarinê, cihê hewadarkirinê û lênihêrîna bijîşkî bê baştir kirin û dozên wan bi encam bibin.
Eyaletên din
Her weha li gorî saziya nûçeyan a serbixwe û nefermî ya Stateline’ê ragihandiye; çalakiyên gireva birçîbûnê li eyaletên Kalîforniya, Michigan û Pennsylvaniayê jî belav bûne.
Parêzera pispor a ji Yekitiya Azadiyên Sivîl a Amerîkayê (ACLU) Haddy Gassama, çalakiya koçberan wekî "encameke xwezayî ya sîstema desteserkirinê ya serûbinbûyî" bi nav kir û weha got:
"Girevên birçîbûnê amûreke wisa ye ku mirov dema herî bêçare dimînin û hîs dikin ku tu rêyên din li pêşiya wan nemane serî lê didin. Ev çalakî, encameke xwezayî ya sîstema desteserkirinê ya ku jixwe bi binpêkirinan tije ye û bi vî rengî bilez, bi vî çendî pereyên zêde û bêyî ku hesabek bê dayîn hatiye mezinkirin e."
Renee Nicole Macklin Good a ku ji aliyê polîsên ICE ve hatibû kuştin, li Minneapolisê hate bîranîn
(TY/AY)