Bi sedan kes li Minneapolisa eyaleta Minnesotaya DYAyê, ji bo bîranîna Renee Nicole Macklin Goodê kom bûn. Renee Nicole Macklin Good 37 salî ye û welatiya Amerîkayê ye, duh (7ê Kanûnê) ji aliyê polîsên serbi saziya Parastina Koçberî û Gumrikê (ICE) ve hate kuştin.
Li gorî nûçeya CBS Newsê, girseyê li cihê bûyerê gul danîn û mûm vêxistin her weha di heman demê de pankartên protestokirina kuştina Goodê hilgirtin.
Komê daxwaz kir ku saziya ICE eyaletê biterikîne, dersînorkirinên komî bi dawî bibe, kesên ji mirina Goodê berpirsiyar in, bên darizandin.
Waliyê Minnesotayê banga aramiyê kir, û dibistan û ders ji ber tedbîrên ewlehiyê betal bûn. Lêbelê Rawêjkara Ewlekariya Navxweyî Kristi Noemê ragihand ku ajanên ICEyê dê ji herêmê dernekevin.
Wezareta Ewlekariya Navxweyî diyar kir ku wan zêdetirî 2 hezar efser şandine herêmê û operasyona koçberiyê ya herî mezin pêk anîne. Noemê ragihand ku zêdetirî 1,500 kes di çarçoveya operasyonê de hatine desteserkirin.
Çi bûbû?

Li Minneapolis, polîsên serbi ICE di operasyoneke li dijî koçberan de, Renee Nicole Macklin Good di otomobîla wê de gulebaran kir û ew kuşt.
Rawêjkara Ewlekariya Navxweyî Kristi Noem daxuyanî da û îdia kir ku Goodê bi wesayîta xwe li polîsên ICE xistiye û polîs jî ji bo parastina xwe û kesên derdora xwe gule reşandiye.
Lêbelê, vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku Good di nava wesayîta xwe de rûniştiye û temaşeyî bûyeran dike. Di wê navberê de polîsek hewl dide ku deriyê wesayîta wê veke û piştre polîsek din ê ICEyê sê guleyan ji nêzîk ve lê direşîne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trump îdia kir ku Good "provokatorekî profesyonel" bû, polîsê ICEyê ji bo parastina xwe gule lê reşandin. Her weha Trump komên "çep ên radîkal" ji ber bûyerê sûcdar kirin.
Hevjînê berê yê Goodê diyar kir ku dema wî kurê xwe yê 6 salî biriye dibistanê û vegeriyaye bûyer pêk hatiye û got ku Good ne çalakvanek bû û berê qet beşdarî xwepêşandanan nebûbû.
(TY/AY)
