Botan International û Komeleya Medyaya Dîjîtal(DMD) bi piştgirîya Sefareta Almanyayê ya Enqereyê dest bi projeyeka “xurtkirina medyaya herêmî” kiriye.
Di projeyê de 28 kes dê cih bigirin û dê li ofîsa Botan Internationalê ya li Amedê bê rêvebirin, koordînatorê projeyê Murat Bayram e.

Botan International wê “Kargeha Medyaya Kurdî ya Dîjîtal” pêk bîne
Ji 8 rojnameyên Amedê 8 rojnameger û 5 rojnamegerên serbixwe dê bibin beşdarên projeyê. 12 rojnameger û pisporên xwedan tecribe dê meha Nîsanê dersan bidin. Paşê 6 rojnameger dê di pêvajoya projeyê de, 7 mehan şîretkarîya beşdaran bikin.

Botan International wê Kargehên Rojnamegeriya Kurdî pêk bîne
Wahdet Uçar dê edîtoriya berhemên li botantimesê bê weşandin bike. Her berhem dê pêşiyê li rojname û platformêm rojnamegerên beşdar belav bibe paşê li botantimes.com bêne berhevkirin. Ji bo belavkirina her nûçeyekê Botan International dê wek TL bedelê 100 Euro brût / 80 Euro net bide beşdaran. Bername 10 mehan didome.

Botan International li Amedê wê du kargehan li dar bixe
Tekane kesa bi dildarî dixebite pispora meteryalên perwerdeyê Zuzan Berwarî ye. Ew ji 19 zimanan li zanîngehên wek Harvard, UCLA û Marylandê meteryalên perwerdeyê kontrol dike û yek ji edîtorên TOEFL û IQ Testê ye.
Di nav mamosteyan de Mehdî Mutlu (Waar TV), Hatice Kamer (BBC), Mahmut Bozarslan (AFP), Beril Eski (The Washington Post), Vecdî Erbay (Amed Spor), Sertaç Kayar (Reuters), Omer Faruk Baran (Perxudres Podcast).

E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal derket
Di nav pisporan de ekonomîst Îbrahîm Yeşîlçîmen, parêzer Şîraz Baran û endazyara bilind a kompîternasîyê Nêrgiz Malal hene.
Beşdar dê di mehekê de hînî standart û teknîkên medyaya dîjîtal yên di standardên navneteweyî de bibin û 7 mehan bi şîretkarîya 6 pisporan dê ji bo desgeh û platforman nûçeyan çêbikin.
Ji bo beşdariya projeyê bitikîne
(AY)

