Botan International wê Kargehên Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal pêk bîne. Di bernameyê de 6 kargeh hene ku navên wan û kesên wê dersan bidin ev in:
*Kargeha Hazirkirina Naverokên Podcastan: Omer Faruk Baran (Perxudres Pocdast)
*Kargeha Teknîkî ya Çêkirina Podcastan: Semiha Yıldız (BotanTimes Podcast)
*Kargeha Edîtorîya Medyaya Dîjîtal: Hozan Adar
*Kargeha Hazirkirina Hevpeyvînan: Ferid Demirel (bianet)
*Kargeha Birêvebirîya Medyaya Dîjîtal: Ali Duran Topuz (Arti TV, artigercek.com )
*Kargeha Wênegirîya ji bo Nûçeyan: Sertaç Kayar (REUTERS)
*Kargeha Rojnamgerîya Edebî: Murat Bayram
Kargeh wê di 27, 28 û 29ê Çiriya Pêşiyê ango Cotmehê de li dar bikevin.
Botan International wê “Kargeha Medyaya Kurdî ya Dîjîtal” pêk bîne
Kontenjana beşdaran ji bo kargehan 10 kes in û heman kes wê beşdarî hemî kargehan bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin wê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
Ders wê bi kurmancîyê bin.
Ji bo serlêdanê û zanyariyên zêdetir, bitikîne
(FD)