Fotograf: Pixabay
Botan International wê di navbera 14 û 18ê Çiriya Pêşiyê de "Kargeha Medyaya Kurdî ya Dîjîtal" pêk bîne.
Di kargehê de rojnamegerên xwedî tecrûbe yên ji bo medyaya cîhanî kar dikin dê dersên rojnamegerîya dîjîtal bi zaravayê kurmancî bidin.
Ji bilî rojnamegeran kurdolog, Doç. Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan û parêzer Şîraz Baran jî wê dersan bidin.
Kargeh wê li ser bernameya Zoomê (saet 18.00-22:00ê) bi awayekê dîjîtal bê pêkanîn. Piştî perwerdeyê ji bo beşdaran sertîfîka wê bê dayin.
“Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal” pic.twitter.com/ZQuEsfzxNG
— Murat Bayram (@MiradBayram) October 4, 2020
Kî yê dersan bidin?
Hatîce Kamer (BBC, SBS) - PodCastên kurdî çawa tên amadekirin?
Sertaç Kayar (Reuters) - Taybetmendîyên wêneyên ji bo medyaya dîjîtal çi ne?
Mahmut Bozarslan (AFP, VOA) - Weşana zindî ya li Medyaya Civakî divê çawa be?
Gulîstan Korban Rençber (Ortadogunews) - Amadekirin û pêşkêşkirina vîdeo-nûçeyan
Doç. Dr. Ibrahîm S. Aydogan (Zanîngeha Inalcoyê) - Medyatîv û rastnivîsîna nûçeyan
Omer Faruk Baran (VOA) - Bijartin û amadekirina nûçeyên li medyaya dîjîtal
Ferid Demirel (bianet) - Divê di medyaya dîjîtal de hevpeyvîn çawa bin?
Şîraz Baran (Parêzer) - Mafên bikarhêner û nûçegihanên medyaya dîjîtal
Murat Bayram (Botan International) - Nûçegihanîya navneteweyî: Pîvan û etîk
Kesên ku bixwazin beşdarî kargehê bibin, divê nameyekê ji [email protected]ê re binivîsin. Her weha heta 10ê Çiriya Pêşiyê dema serlêdanê wê dewam bike. Kesên hatine qebûlkirin wê di 12ê mehê de bên aşkerekirin. (FD)