Botan International wê li Amedê, “Kargeha Pêşkêşkariya Bernameyên Vîdeoyî” û “Kargeha Rojnamegeriya bi Telefonan” li dar bixe.
Kargehek wê di 20ê Tebaxê de ya din jî wê di 27ê Tebaxê de li Ofîsa Botan Internationalê ya Amedê pêk bê. 10 kes dikarin beşdarî kargehan bibin ku li kargehan wê ders bi kurmancî bên dayîn.
Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
Di kargehan de Mûrat Bayram (Botan International) û Mehdî Mûtlû (WAAR TV) wê dersan bidin.
Piştî kargehên ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) piştgiriya wan dike biqedin, wê sertîfîkayan bidin beşdaran. Kargeh bêpere ye û Botan International wê ji bo rê û manê bûrsê nede.
Ji bo beşdarbûnê divê hûn formê dagirin
Ji bo peywendiyê: Vahdet Uçar - [email protected]
(FD)