Berxwedana Geziyê 13 salî ye: Tevî dorpêça polîsan li Taksîmê çalakî hat lidarxistin
Di 13emîn salvegera Berxwedana Geziyê de ku wekî yek ji mezintirîn tevgerên girseyî yên dîroka Tirkiyeyê ye, li Taksîmê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
"Gezî, berxwedana kesên ku dixwazin dar, av û axa welat biparêzin e"
Çend saet beriya çalakiya ku bi banga Pişgiriya Taksîmê saet di 19.00an de dest pê kir, Taksîm û derdora wê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Tevî biryara qedexeyê û astengiyên li ser veguhastinê, gelek welatî li Kolana Misê kom bûn.
Gulsum Elvan: Ez bang li kujera dikim, dema zarokên xwe hembêz dikin bila me bi bîr bînin
Dayika Berkin Elvan, Gulsum Elvan jî tevli çalakiyê bû. Berkin di dema Berxwedana Geziyê de, li Okmeydanê bi fîşeka gaza polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha nûnerên partiyên siyasî, saziyên ked û pîşeyê, rêxistinên sivîl, parlamenter û gelek welatî jî di çalakiyê de amade bûn.
#Gezi13Yaşında 🔴 Polis ablukasına rağmen Taksim'de eylem
— bianet (@bianet_org) May 31, 2026
📢 Eylem başladı: "Yıllardır olduğu gibi, bu yıl da maalesef büyük bir kuşatmayla karşı karşıyayız."
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/JAbAdbX5au
Di çalakiyê de ku pankartên li ser wan "Ji bo Geziyê edalet" nivîsandî û fotografên girtiyên Doza Geziyê li ser bûn hatin hilgirtin; gelek caran sloganên "Her der Taksîm, her der berxwedan", "Hezar silav ji bo kesên li Geziyê bûn û şer kirine" û "Gezi em in, em ê dîsa bên" hatin berzkirin.
Ji ber çalakiyên Geziyê 15 kes bi 93 salan ceza kirine
Di çalakiyê de destpêkê Gulsum Elvan axivî. Elvanê got, “Em ê teqez rojekê vê dorpêçê hilweşînin, li Geziyê qerenfilan daynin û zarokên xwe bi bîr bînin. Wê demê Can Atalay, Mîne Ozerden, Çigdem Mater, Osman Kavala û Tayfun Kahraman jî wê li gel me bin.”
#Gezi13Yaşında 🔴 Polis ablukasına rağmen Taksim'de eylem
— bianet (@bianet_org) May 31, 2026
🗣️ Berkin Elvan'ın annesi Gülsüm Elvan: "Mutlaka bir gün bu ablukayı yıkacak ve Gezi'de karanfil bırakarak çocuklarımızı anacağız. Can Atalay, Mine Özerden, Çiğdem Mater, Osman Kavala ve Tayfun Kahraman da yanımızda… pic.twitter.com/ulmPYntlvX
Piştî axaftina Elvanê, ji bo kesên ku di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz hate girtin. Navên Mehmet Ayvalıtaş, Ethem Sarisulukk, Abdullah Comert, Medeni Yildirim, Hasan Ferit Gedik, Ali İsmail Korkmaz, Ahmet Atakan, Berkin Elvan û rojnamevan Hakan Tosunê ku li Esenyurtê li nava kolanê hatibû kuştin, yek bi yek hatin xwandin û ji bo her navekî bersiva "Dijî" hat dayîn.
#Gezi13Yaşında 🔴 Polis ablukasına rağmen Taksim'de eylem
— bianet (@bianet_org) May 31, 2026
👉 Gezi Direnişi'nde hayatını kaybedenler için saygı duruşu yapıldı. Ardından Mehmet Ayvalıtaş, Ethem Sarısülük, Abdullah Cömert, Medeni Yıldırım, Hasan Ferit Gedik, Ali İsmail Korkmaz, Ahmet Atakan, Berkin Elvan ile… pic.twitter.com/o7mEB8rxaF
Salvegera 9an a Geziyê | Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele kiriye
Piştre daxuyanî hate xwendin, daxuyanî ji aliyê rêvebera TMMOBê Aydan Abanûrê ve hate xwendin.
Daxuyaniya ji bo berxwedana Geziyê weha ye:
Îro 31ê Gulana 2026an e… Salvegera 13emîn a wê tevgera gel a herî bi heybet a dîroka welatê me ye. Îro salvegera Geziyê ye; ku dema xwedîtî li parkekê dihat kirin , daxwaza demokrasiyê, qêrîna aştiyê, edaletê û feraseta giştî ya ku li dijî rantê daxwaza dewleta civakî dikir; di konan de, di forum, qadan, mîtîngan û li ser sifreyên rûyê erdê de, bi zekaya afirîner, bi coşa ciwanan û bi biryardariya jinan re gihîştibûn hev.
Îro 31ê Gulana 2026an e… Îro ew roj e ku li hemberî kesên guhên xwe li daxwaz û bendewariyên kesên ku dixwestin parqek wekî parq bimîne girtin, li 80 bajaran bi mîlyonan welatî herikîn kolanan û berteka xwe ya demokratîk bi dengekî gûr olan da.
Îro 31ê gulana 2026an e. Bi milyonan kes ji bo Gezî park bimîne li ber xwe da, îro salvegera wê berxwedanê ye. Îro roja nebîrkirina şehîdên Geziyê ye. Navê Mehmet Ayvalitaş, Ethem Sarisuluk, Abdullah Comert, Medenî Yildirim, Hasan Ferît Gedîk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan û Berkîn Elvan em ji bîr nakin.
Îro 31’ê Gulana 2026’an e…
Ev roj, ew roj e ku li hemberî wê hişmendiya ku armanc dike tirs û fikarê di nav bertekên demokratîk ên gel de belav bike; hişmendiya ku dixwaze nîşan bide ku heta xwepêşandanên herî demokratîk, herî beşdarbar û herî aştiyane jî wê bi cezayên giran ên girtîgehê re rûbirû bimînin...
Ev roj, ew roj e ku em piştgiriya xwe nîşanî dost, heval û birayên xwe yên ku bi darizandinên bêhiqûqî, bêdelîl û bêrêsa bi cezayên bi dehan salan hatine mehkûmkirin û hê jî di girtîgehê de tên girtin re ragihînin; darizandinên ku dispêrin wê teza pûç a ku dibêje 'kesên bêçek, bêartêş û yên ku hevdu nas nakin dikarin darbeyê bikin'...
Û îro, roja nîşandana piştgiriyê û qêrîna bêsûcbûna karsaz Osman Kavala, Serokê Şaxa Stenbolê ya Odeya Plansazên Bajar Tayfun Kahraman, parêzerê Odeya Mîmaran Şerafettin Can Atalay û xebatkarên weqfê Çiğdem Mater û Mîne Özerden e…
Gezi; li dijî talankirina kevir, ax, derya, rûbar, erdê gelemperî û tevahiya çavkaniyên sererd û jêrerd, barîkateke ku di wextê xwe de hatibû avakirin e.”
DAXWAZA ERDOGAN PÊKHAT
Dadgeha Bilind cezayê Kavala, Atalay, Mater, Ozerden û Kahraman pesend kir
(VC/AY)