Banga Demokratîk a Ji Bo Sedsala Nû
“Konferansa Veguherina Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn de” ya ku bi banga 29 ronakbîr û nivîskaran li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Stenbolê hat li dar xistin, duh (14ê Hezîranê) bi dawî bû.
Di konferansa ku du rojan dom kir de; di sedsala duyem a Komarê de derfetên demokratîkbûnê di çarçoveya pirsgirêka Kurd, ezmûnên hevwelatîbûnê yên jin û LGBTÎ+yan, têkoşînên ekolojî û kedê û her weha perspektîfên demokrasiya beşdar de hatin nirxandin.
Konferansa Veguherina Demokratîk di roja duyem de ye: Her kes bi ser dikevin, ma çima Kurd jî bi ser nekevin?
Metna bangewaziyê ya ku piştî konferansê bi raya giştî re hat parvekirin weha ye:
Li Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê em hatin cem hev da ku fikra komareke demokratîk û Tirkiyeyeke nû ji nû ve bifikirin, îmkanên pêşeroja hevpar nîqaş bikin û rêyên vê veguherînê bi hev re ava bikin. Sedsala duyemîn a Komarê me bi perspektîfa demokrasî, wekhevî û azadiyê nîqaş kir.
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê; di vê serdema ku di qada siyasî, aborî, civakî, çandî û ekolojîk de krîzên sîstematîk têne jiyîn, lê di heman demê de daxwazên aştiyê û demokratîkbûnê bilind dibin, bû civîneke girîng ku biryardariya bi hev re meşiyanê bi cesaret, coş û israr xurt kir. Di konferansê dema ku me hesabê sedsala yekem û bangawaziya rûbirûbûna bîra civakî-siyasî kir, her çiqas em behsa paşerojê bikin jî, gotina me bi rastî ji bo dema ku em tê de ne û pêşerojê bû.
Konferansa me îşaret bi îmkaneke dîrokî ya girîng kir. Îmkanên ku ber bi çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsa Kurd ve pêş dikevin, ne tenê çareseriya pirseke, lê bendaveke dîrokî ye ku dê demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê xurt bike. Di serdemeke bi vî rengî de, divê birêkûpêkên ku wê aştiyê û azadiyan bi temînatên sazûmanî bikin bê dereng bikevin rojevê; gavên ku bi rûbirûbûna siyasetên înkar û dervekirinê yên paşerojê re, baweriya civakî ji nû ve ava dike û rêya veguherîna demokratîk vedike, divê ne tenê wekî bijardeyeke siyasî, lê wekî berpirsiyariyeke li hemberî pêşeroja hevpar were dîtin. Em bawer dikin ku pêşerojeke bi vî rengî dikare li cihê ku hêza veguherîner a civakê bi veguherîna siyasî û sazûmanî re hev dike, reh bavêje. Aştî û demokrasi du rê ne ku ber bi heman ufqê ve vedibin, du nirxên damezrîner in ku heman pêşerojê ava dikin.
Yek ji xalên ku di konferansê de derket pêş, ew bû ku dema em behsa îmkan û pirsgirêkên aştiyê dikin, di heman demê de pêwîst e zextên heyî di zûtirîn dem de bi dawî bibin û welat bi tevahî xwe bide demokrasî û aştîyê. Em dizanin ku rêya derketina ji her cure destwerdana li qada siyasetê, ji binpêkirina îradeya demokratîk û ji krîzên ku welat dorpêç kirine, ji demokrasîyê derbas dibe. Her cûre zexta li ser demokrasîyê Tirkiyeyê ber bi bendaveke kûrtir ve dibe. Lê belê, demokratîkbûn dikare bibe tenê temînata azadî û aramiyê.
Nîqaşên hatin meşandin careke din nîşan didin ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ji hev veqetandî nînin û rûyên cuda yên pirseke demokratîkbûna hevpar in. Tiştê ku di sedsala duyemîn a Komarê de pêwîst e, li kêleka pêwîstiya demokratîkbûna dewletê, ew e ku civak rêxistiniya xwe ya demokratîk pêş bixe, torên hevgirtinê mezin bike, zemînên jiyana hevpar xurt bike û bingehên civakî yên siyaseta demokratîk berfireh bike. Demokratîkbûna mayinde; pêvajoyeke ku avakirina civakeke demokratîk û ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehê hiqûq, azadî û welatiyariya wekhev hevdu xwar dike ye. Serdema ku em tê re derbas dibin ne tenê serdema rexnekirinê an şahidiyê ye. Ji bo zêdekirina îmkanên jiyaneke hevpar a nû li ser bingehê demokrasi, azadî û wekheviyê, ji her demê zêdetir pêwîstî bi îradeyeke siyasî û civakî ya damezrîner heye. Ji ber vê yekê em Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê wekî encam nabînin, lê wekî civîneke destpêka nû ya lêgerîneke dirêj a demokrasîyê, ramîna hevpar û pêvajoya têkoşîna hevpar dibînin. Çimkî em dizanin ku pêşerojeke demokratîk bi serê xwe dernakeve holê; em dikarin wê tenê bi têkoşîna demokrasi, azadî û wekheviyê re ava bikin. Avakirina pêşerojê û mezin kirina têkoşîna demokrasîyê parçeyên heman mecbûriyeta dîrokî ne. Em mezin kirina vê lêgerîna hevpar, kûrkirina wê bi civînên nû, xurt kirina hevgirtina civakî wekî berpirsiyariya xwe ya îro û sibê dibînin.
Ji ber vê yekê em bang li hemû tevgerên civakî, bi taybetî tevgerên jin, ciwan û ekolojîyê, li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, rêxistinên ked û pîşeyî, têkoşînên maf û azadiyan, însiyatîfên herêmî, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û her kesê ku di sedsala yekem de “li derve hatiye hiştin” û ji bo pêşerojê gotina wî heye dikin; ku vê lêgerîna demokratîk a hevpar mezin bikin, bi civînên nû û torên hevgirtinê re kûr bikin, têkoşîna demokrasi û aştîyê civakî bikin û bibin xwediyê veguherîna demokratîk. Konferansa me hem wekî bangewazî hem jî wekî civîneke vexwendinê dengê xwe gihand.
Ev civîn ku vekirina deriyê demokratîkbûna Komarê hinekî din kolektîf kir; Banga me ya ji bo sedsala nû; bangek e ku îradeya hevpar a ku wê civak û dewletê demokratîk bike, demokrasîyê bi hev re ava bike û aştîyê mayinde bike ji îro ve mezin bike, “pencereyeke nû veke”, bangawaziya Veguherîna Demokratîk a Komarê ye.
Roja yekem a “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” bi dawî bû
Roja 2emîn a “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir
(TY/AY)